În, 16 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika Hediye: Kurê min partîzan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karabûlût: Sendîkayên heyî nikarin mafên endamên xwe jî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berteka li dijî veguhestina peykerê Selahedînê Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Azadiya Rêber Apo çareseriya meseleya Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Rejîma Îranê tolê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ distîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Êrîşa li dijî wêneyên şehîdan, êrîşa li dijî jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star nerazîbûn nîşanî provokasyonên li Hesekê da: Rêveberiya Şamê berpirsyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerê li Rojhilata Navîn dibe ku 11,7 milyon jin û zarokan birçî bihêle

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Jin, Edalet û Bîrê di hefteya 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > PJAK’ê 59 ciwanên ji aliyê Îranê ve hatibûn darvekirin, bi bîr anî
Kurdistan

PJAK’ê 59 ciwanên ji aliyê Îranê ve hatibûn darvekirin, bi bîr anî

PJAK’ê bi boneya 43’yemîn salvegera darvekirina 59 ciwanên Kurd ên ji Mehabadê, daxuyanî da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), di 43’yemîn salvegera darvekirina 59 ciwanên Mehabadî ya ji aliyê dewleta Îranê ve, daxuyanî da.

PJAK’ê di 43’yemîn salvegera darvekirina hovane ya 59 ciwanên Kurd ên Mehabadê de, şehîdên rêya azadiyê bi rêzdarî bibîr anî û got, bûyera Hezîrana 1983’yan û ragihandina fermî ya darvekirina bikom a wan 59 ciwanan ji aliyê Qeymeqamiya Mehabadê ve, yek ji rûpelên herî bi êş a dîroka Kurdistanê ye.

PJAK’ê diyar kir ku yên hatine darvekirin, piranî xwendekarên dibistana amadeyî bûn û temenê wan di bin 18 saliyê de bû û got, “38 kes ji wan xwendekar bûn. Piraniya van ciwanan di mehên Adar û Nîsana 1983’yan de li ser cadeyên Mehabadê bûn, bi wî awayî hatin girtin û xistin zindanê. 48 kes ji wan di girtîgeha Urmiyeyê de û 11 kes jî di girtîgeha Tewrêzê de hatibûn ragirtin. Tu yek ji van ciwanan bi şêwazekî yasayî û dadperwerane nehatin darizandin, parêzerên wan tune bûn û bêyî tu belgeyeke pêbawer, bi lez rûbirûyê darvekirinê man.

Yekser piştî vî sûcî, rewşa awarte hat ragihandin da ku pêşî li her cûre nerazîbûn û bertekan bê girtin. Tevî vê yekê jî, xwediyên Mehabadê daketin kolanan û bi dengê bilind nerazîbûna xwe nîşan dan, malbatên qurbaniyan jî ji bo şopandina çarenûsa wan ber bi Urmiyeyê ve bi rê ketin. Demek şûnde, hukmê azadkirina hinek ji wan ciwanan ji malbatên wan re hat ragihandin. Ev jî nîşaneya sîstema hov a hikûmetê bû û weke nîşaneke eşkere ya kîndarî û tolgirtina kûr a rejîmê ya li hemberî gelê me bû.

Di heman salê de, li gorî daneyan, 369 Kurd hatin darvekirin û ev pêla darvekirinan di salên paşê de jî berdewam kir. Heta cenazeyên van ciwanan jî radestî malbatên wan nehatin kirin, ev aliyê herî hov û zalimana yê vî sucê bû ku hîn jî birîna wê di dilê dayik û bavên Mehabadî de nû ye.

Armanca Komara Îslamî ew bû ku bi hincetên bêbingeh vîna berxwedanê, nasnameya çandî-siyasî û daxwaza azadiyê ya gelê me tune bike. Lê belê dîrokê nîşan da ku xwîna van ciwanan û bi hezaran şehîdên din, tovê hişyarî û berxwedanê bi kûrahiyeke zêdetir di xaka Kurdistanê de çandiye.

Em weke Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), di 43’yemîn salvegerê de, vî sûcê hovane bi tundî şermezar dikin, teqezî li ser mafê gelê Kurd ê ji bo gihîştina azadiyê dikin. Îro piştî derbasbûna salan, pêla darvekirinê ya li dijî Kurdan ji aliyê Komara Îslamî ve berdewam dike, hîn jî dixwazin bi rêya komkujî û darvekirinê pirsgirêkan veşêrin. Hîn jî rêbaza desthilatdariyê ya li hemberî gelê Kurd, rêbaza leşkerî ye. Bêguman ev şêwazê zalimane ya ku bi salane berdewam dike, ber bi têkçûnê ve diçe. Ne darvekirina wan ciwanan azadîxwazî lawaz bû, ne jî bi komkujî û darvekirinên demên dawî azadîxwazî kêm dibe. Karwanê berxwedana gelê Kurd heta gihîştina azadiyê wê berdewam bike. Bîranîna 59 ciwanên Mehabadê û hemû qurbaniyên darvekirinên siyasî, wê zindî û weke çavkaniya îlhamê bimîne û sûcdar wê hesab bidin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KCK’ê salvegera damezrandina YNK’ê pîroz kir
Nûçeya Pişt re 28 dîlgirtiyên YPJ’î hatin berdan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Mamosteyên Tebqayê polîtîkayên hikûmeta demkî protesto kirin

Li Tebqayê mamoste li dijî polîtîkayên hikûmeta demkî daketin kolanan û çalakî kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Eşîra Badîna ya Amûdê: Ya azadî ya mirineke bi rûmet

Xelkê Eşîra Badîna ya Amûdê beşdarî seferberiya giştî bû û got, "Ya azadî, ya jî…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyê siyasî yê Kurd Saman Mihemedî hate darvekirin

Girtiyê siyasî yê Kurd Saman Mihemedî yê ji bajarê Sine, ji aliyê dadgeriya Îranê ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li DYE’yê êrişa li ser dibistanê: 5 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayika Hediye: Kurê min partîzan bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karabûlût: Sendîkayên heyî nikarin mafên endamên xwe jî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berteka li dijî veguhestina peykerê Selahedînê Kurdî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?