Pêncşem, 17 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Mehmet Uçum: Abdullah Ocalan dê di Desteya Jêr de cih bigire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Krîza aboriyê: Hevserokên DEM Partiyê ji bo kombûnê bang li Meclîsê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Selçûk Mizrakli: Divê civak paşeroja xwe ava bike, ne li bendê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanan Gulsima koçer, li çiyayan gerîlaya azadiyê Rojda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Mazlûm Rizgar Diyar: Em ê xwedî li têkoşîn û bîranîna şehîdên xwe derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koker: Ji bo Komara Demokratîk hewceyî bi yekîtiyeke muxalîf a xurt heye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK-HPJ: Tevlîbûna li greva giştî biryardariya ji bo parastina destketiyên şoreşê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ: Li hemberî kesên ku bi navê gerîla alîkariya madî kom dikin hişyar bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê: Zêdeyî 30 hezar kes li Şengalê vegeriyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê spasiya beşdarên greva giştî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li quntara çiyayê Qendîlê gundek li nava dîrok û xwezayê: Sînemok

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berwarî: Kurd li şûna hesabên hêzên herêmî divê îrade û stratejiyeke hevpar biafirînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî: ‘Rêxistinbûna me, azadiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Girtî û xizmên wan li samîmiyeta dewletê ya têkildarî pêvajoyê dipirsin’
Rojane

‘Girtî û xizmên wan li samîmiyeta dewletê ya têkildarî pêvajoyê dipirsin’

Hevseroka MATUHAY-DER'ê Nûrten Karagoz anî ziman ku girtî û xizmên wan li helwesta dewletê ya ku ji bo pêvajoyê gavê neavêje dipirsin û diyar kir ku binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan dewam dikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di ser destpêkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re sal û nîvek derbas bû. Di vê pêvajoyê de Tevgera Azadiyê gelek gav avêtin, lê bellê dewletê heta niha gaveke ku baweriya gel a bi pêvajoyê xurt bike neavêtiye.

Hîn jî ji aliyê bicihanîna sererastkirinên qanûnî yên pêwîst ve bêdil tevdigere. Desthilatdarî ku statuya siyasî ya Rêber Apo nas nake, li gel ranekirina bi temamî ya tecrîdê, di mijara berdana girtiyên bi nexweşiya giran û girtiyên ku cezayê wan temam bûye gavê neavêje.

‘YÊN KU TÊNE BERDAN EW HEVAL IN KU CEZAYÊ WAN QEDIYA YE’

Hevseroka Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) Nûrten Karagoz li ser vê helwesta li hemberî girtiyan ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku nêzîkatiya navborî dike ku malbat li pêvajoyê bipirse.

Nûrten Karagoz diyar kir ku gel li bendê ye ku berdana girtiyan bibe gava destpêkê ya ji bo pêvajoyê, lê belê dewlet xwe nade ber avêtina gaveke bi vî rengî û got, “Ji destpêkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û vir ve ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de da destpêkirin, gava destpêkê û ya tê hêvîkirin li qada girtîgehan e. Lê belê heta niha girtî nehatine berdan. Hevalên ku têne berdan ew heval in ku ji cezayê li wan hatiye birîn bêhtir di girtîgehê de man e. Berdana wan bi pêvajoyê ve girêdayî nîne, ew berdan e ku diviyabû ji xwe bihata kirin.

Bernedana girtiyan ji destpêkê ve bêhiqûqî ye. Li Girtîgehan Desteyên Çavdêrî û Îdareyê hene; desteyek e ku ti bingeheke xwe ya hiqûqî nîne û bi rengekî kêfî hatiye avakirin. Biryarên ku ji aliyê van desteyan ve têne dayin jî biryarên kêfî ne. Bi rengekî kêfî girtî nayên berdan. Ji mirovên ku 30 salan girtî maye re pirsa ‘Tu poşman e?’ tê pirsîn. Bi gotina ‘Nikare bikeve nava ahengiya civakê’ heqaretê li wan dikin.”

‘MALBAT LI SAMÎMIYETA PÊVAJOYÊ DIPIRSIN’

Nûrten Karagoz ragihand ku binpêkirina mafên mirovan bandoreke neyînî li malbatan dike û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Ev binpêkirin bêguman li nava malbatan dibe sedema aciziyeke cidî ya psîkolojîk. Mirov li benda berdana zarokên xwe ne, lê li tiştekî cuda rast tên. Malbat li bendê ne ku di serî de girtiyên nexweş hemû girtî bêne berdan. Her ku pêvajo dirêj dibe li samîmiyeta wê dipirsin. Ji bo hevalên girtî hîn giran dibe.”

‘BAWERIYA MALBATAN Û GIRTIYAN A BI BIRÊZ OCALAN TAM E’

Nûrten Karagoz destnîşan kir ku baweriya malbatan û girtiyan a bi Rêber Apo re tam e, lê belê li neavêtina gavên dewletê dipirsin û herî dawî got, “Malbat bi taybetî xwedî bendewariyekê ne. Rêxistinên xwe fesix kir, li benda avêtina gavekê ne. Girtiyên li girtîgehan dixwazin bêne berdan û tevlî pêvajoyê bibin. Li gel hebûna gumanan jî baweriya bi Birêz Ocalan heye. Di her firsendê de vê tînin ziman.

Tişta ku em ji destpêkê ve dibêjin ev e. Beriya ku meclîs bikeve betlaneyê, hin tişt têne gotin ku wê sererastkirinên qanûnî bêne kirin. Hêvîdar im ku sererastkirinên qanûnî wê tavilê bêne kirin ku kêm jî be bêhn bê ber civakê û hîn bêhtir ji pêvajoyê bawer bikin. Bendewariya hem malbatan hem jî hevalên li girtîgehan ew e ku sererastkirinên qanûnî tavilê derkevin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 19’Ê HEZÎRANA 2026’AN
Nûçeya Pişt re ‘Ji bo serketina pêvajoyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Tenêtiya Sedsalî: Nijadperestî, Bîr û Dubendiya Civakî’

Konferansa li Stenbolê bi mijara ‘Tenêtiya Sedsalî: Nijadperestî, Bîr û Dubendiya Civakî’ berdewam kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Gundên Minbicê bi çekên giran hatin topbarankirin.

Dagirkeran gundên Kantona Minbicê bi çekên giran topbaran kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Biden vekişiya, bala her kesî li ser Kamala Harrisê ye

Piştî Serokê Emerîkayê Joe Biden ji hilbijartinên serokatiyê vekişiya, aliyê Demokrat ji bo diyarkirina namzedê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Mehmet Uçum: Abdullah Ocalan dê di Desteya Jêr de cih bigire

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Krîza aboriyê: Hevserokên DEM Partiyê ji bo kombûnê bang li Meclîsê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Selçûk Mizrakli: Divê civak paşeroja xwe ava bike, ne li bendê bisekine

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li zozanan Gulsima koçer, li çiyayan gerîlaya azadiyê Rojda

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?