Yekşem, 9 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Emrûllah Cîn: Ev gava destpêkê ye, encam wê erênî be

    Ji aliyê Stêrk TV

    George Aslan: Eger pêvajo bi aştiya mayinde bi encam bibe, wê vegera Suryaniyan zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û YJED: Ji bo demokrasiyê çi bikeve ser milê me em ê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan banga avêtina gavên wêrektir kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Suleyman Cîhan pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kontrayê dest wî di şehîdkirina 4 gerîlayên li Mehabadê de hebû hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kete: Polîtîkayên şerê taybet ên li dijî Dersimê bi qirkirina çandî kûrtir dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyaneke bi sirgûn, êşkence û windahiyan re derbas bû: ‘Ez naxwazim bêyî ku aştiyê bibînim bimrim’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê 6 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Em ê bi hev re jiyana demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Denîz Firat û şehîdên Ragihandina Azad li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > YRD: Bayram Balci nûnerê têkoşîna heqîqetê ya 35 salan bû
Rojane

YRD: Bayram Balci nûnerê têkoşîna heqîqetê ya 35 salan bû

YRD’ê diyar kir ku rojnamevan Balci 35 salan tevî zext, binçavkirin, êşkence û girtina rojnameyan jî li pey heqîqetê meşiya û destnîşan kir ku wê têkoşîna heqîqetê dewam bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) rojnamevan û helbestvan Bayram Balci yê jiyana xwe ji dest da, bi daxuyaniyekê bi bîr anî. YRD’ê destnîşan kir ku Balci sala 1991’an di Rojnameya Yenî Ulke de dest bi rojnamevaniyê kir û tevî zextên giran, binçavkirin, êşkence û bi dehan girtinên rojnameyê jî li pey heqîqetê meşiya. YRD’ê diyar kir ku Balci bîra kevneşopiya çapemeniya azad e û ji bo perwerdekirina bi sedan rojnamevanan ked da. Di daxuyaniyê de soz hate dayîn ku wê têkoşîna heqîqetê were domandin û mîrateya Balci yê ku tevî nexweşiya xwe ya giran jî heta kêliya dawî rojnamevanî kir, zindî were hiştin.

Daxuyaniya YRD’ê bi vî rengî ye:

“Hevalê me Bayram Balci 35 salan bênavber li pey heqîqetê meşiya. Sala 1991’an bi Rojnameya Yenî Ulke re dest bi rojnamevaniyê kir. Sala 1991’an di pêvajoyeke ku li Kurdistanê bûyerên faîl nediyar diqewimîn û gelek kes winda dibûn de, li buroya Rihayê gelek caran hate binçavkirin, êşkence lê hate kirin, di bin zextê de ma. Lê wî dest ji rojnamevaniyê neberda û ji sekna xwe tawîz neda.

Hevrêyê me Bayram Balci şahidî ji şehadeta bi dehan hevrêyên xwe yên mîna Cengîz Altun, Ferhat Tepe, Hafiz Akdemîr, Yahya Orhan, Huseyîn Denîz û Apê Musa re kir ku salên 1991-1992’yan bi wan re xebitî. Êşa Nazim Babaoglû yê ku ji bo nûçeyê çûbû Sêweregê lê li wir hate revandin, ti carî ji bîr nekir. Di buroya Rihayê ya Yenî Ulke de bi Nazim Babaoglû re dixebitî. Li aliyekê ji bo eşkerekirina faîlên wan têkoşiya, li aliyê din ji bo azadiya gelê Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê rojnamevanî bi rengekî herî baş meşand.

Bi girtina Yenî Ulke re, piştî Ozgur Ulke sala 1992’yan rojnameya Ozgur Gundem hate vekirin. Di vê rojnameyê de rojnamevanî dewam kir. Di salên ku li Tirkiyeyê rojnamevanî pir xeter de, hem bû mexdûr û hem jî bû şahidê girtina bi dehan rojnameyan. Ji bo domandina kevneşopiya Çapemeniya Azad israr kir. Di 54 rojnameyên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine girtin de, bênavber xebitî. Herî dawî ji ber ku li Tirkiyeyê derfetê rojnamevaniyê nema, li Ewropayê di Televîzyona Medya Haber de karê xwe dewam kir.

Di van salên xwe yên rojnamevaniyê de, tecrûbeyên rabirdûyê gihand roja me ya îro û bû bîra wê. Ji bo bi sedan kesên ku tevlî çapemeniya azad bûne bibin rojnamevan, ked da. Hin caran tevlî pêvajoyên perwerdeyê bû, hin caran jî li sahê bi wan re nûçegihanî kir, hin caran jî di edîtoryayê de ziraviya nûçegihantiyê fêrî wan kir. Lê herî zêde jî bû mamosteyê hevrêtiya komunal.

Demek dirêj ji ber nexweşiyeke giran tedawî didît, lê li aliyê din jî rojnamevanî kir. Heta kêliya dawî li pey heqîqetê meşiya. Dest ji eşkerekirina rastiyê ji gel re, dilsoziya bi armancên hevrêyên xwe re û hezkirina azadiyê berneda. Hevrêyê me Bayram li gel rojnamevaniyê, di heman deme de helbestvan jî bû. Êşên gelê xwe û hevrêyên xwe di helbestên xwe de vegot. Têkoşîna xwe ya 35 salan, mîna helbestekî jiya.

Qasî xemgîniya ji dest dana hevrêyê xwe, em di zanebûna berpirsyariya ku ji me re hiştî de ne. Di şexsê hevrêyê me Bayram Balci de em biryardariya xwe ya ji bo meşandina têkoşîna heqîqetê ya ku şehîdên me ji me re hiştiye û dilsoziya bi armancên wan re careke din dubare dikin. Di serî de malbata welatparêz û hêja ya hevrê Bayram Balci, bila serê gelê me û hemû kedkarên Çapemeniya Azad a Komunalîst sax be. Em ji bîr nakin, em ê ji bîr nekin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kalmaz: Divê her kes beşdarî Mitînga Azadiyê bibe
Nûçeya Pişt re Li Brezîlyayê di civînekê de xeta têkoşînê ya tevgera Kurd hate nirxandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çeteleya tundiyê ya meha Tîrmehê

JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya meha Tîrmehê weşand û ragihand ku 21 jin û 4 zarok…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî bi rojeva ‘pêvajoyê’ li hev civiya

Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo nirxandina rêveçûna 'Pêvajoya Aştî û Civaka…

Ji aliyê Stêrk TV

Pêvajo hîn negihiştiye girtîgehan: Divê ji krîza hiqûqê derkevin

Xizmên girtiyan diyar kirin ku pêvajo hîn negihîştiye girtîgehan û gotin, "Em li bendê ne…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Emrûllah Cîn: Ev gava destpêkê ye, encam wê erênî be

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

George Aslan: Eger pêvajo bi aştiya mayinde bi encam bibe, wê vegera Suryaniyan zêde bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 9’Ê TEBAXA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kontrayê dest wî di şehîdkirina 4 gerîlayên li Mehabadê de hebû hat cezakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?