Beriya Civîna Bilind a NATO’yê tedbîrên ewlekariyê li Enqereyê hatin zêdekirin. Li gorî agahiyan doh serê sibehê li hemberî DAÎŞ’ê operasyonek hate lidarxistin.
Di dema serdegirtina malan de ku ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hate kirin, bi komekê re şer qewimî.
Li gorî agahiyan, di şer de kesekî bi navê M.K. jiyana xwe ji dest da.
Her wiha hate ragihandin ku N.K. ê di operasyonê de birîndar bû ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate girtin.

