Konferansa ku Saziyên Zimanê Kurdî bi dirûşma ‘Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû’ li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê lidar dixin, di roja duyemîn de berdewam dike. Di bernameyê de gelek endam û rêberên partiyên siyasî, bi sedan nûnerên saziyên sivîl ên civakî û endam û rêveberên saziyên ziman ên ji bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatine, tevlî konferansê bûn. Li konferansê pankartên bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî yên Kurdî ya ‘Hezkirina ziman hezkirina welat e, hezkirina welat hezkirina xwebûnê ye’ hat daliqandin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin di destpêka bernameyê de axivî û diyar kir ku divê mirov beriya her tiştî axaftina ziman binirxîne û wiha got: “Dema ku pêşketina ziman tune be, ew ziman tê windakirin. Dema ku zarokek diçe dibistanê ew zarok pêşî ji zimanê xwe tê qutkirin. Her wiha bi vê yekê re têkiliya di navbera zarok û zimanê wî de winda dibe. Û aîdiyeta wî û malbatê tê xerakirin. Veguhestina çand, ziman, nasname û têkiliya di navbera civakê de bêhtir xera dibe. Dema ku ew zarok ji zimanê xwe dûr dikeve, ew dibe sedema şerma axaftina wî zimanî jî. Ev meseleyeke derûnî û hesas e. Em ji qedexekirinê re dibêjin na, lê em ji pêşketina ziman re dibêjin erê. Divê mirov rê li ber ziman negire, divê pêşî lê bê vekirin. Ji bo şerma ziman bişkê divê pêşî li bişaftinê bê girtin. Çima ziman dimire? Ji bo ku zimanekî zindî bimîne divê ew malbat bi zarokên xwe re û di nava xwe de bi zimanê xwe her tim biaxivin. Dema ziman nebe zimanê siyasetê jî ew ziman dihele û dimire.”
Di berdewama axaftina xwe de Berîtan Guneş Altin anî ziman ku eger mafê zimanan neyê parastin, wê ziman bimire û wiha pê de çû: “Ger ku zarokek bi zimanê xwe stranan guhdar bike ew pêşî li asîmîsyonê jî digire. Zimanê ku ji malbatê derbasî zarok nebe, ew ziman tê windakirin. Ew kesên ku di nava civakê de weke rûspî tên nasîn, dikarin bêhtir bi zarokan re bi Kurdî biaxivin. Ger xwedî derktina ziman a malbatan tune be, ew ziman tê windakirin. Gelek caran pergal perwerdehiyê li gorî xwe amade dike. Dibistan tenê têra ziman nake. Di 0-6 salan de ger ku zarok ziman fêr bibe, ew dibe bingeheke gelek mezin. Niha bandora medyaya dijîtal jî heye. Divê em qadeke ji bo zimanê Kurdî amade bikin. Divê em zarokan bi zimanê dayikê mezin bikin da ku em prestîja ziman bilind bikin. Divê em di mezinkirina zarokan de rêbendaneke ji bo zarokan amade bikin. Divê em zarokistanan bikin model.”
Piştre Dr. Akademîsyen Îsmet Konak jî destnîşan kir ku polîtîkayên asîmîlasyonê, zextên dîrokî û bandora wan a li ser ruh û bedena civakê zanistî ne û got: “Qebûlkirina rastiya asîmîlasyonê, gava yekem a hişyarbûn û xwenaskirinê ye. Ji bo ku em bersiva pirsa destpêkê bidin. Ziman çawa xwe baş dike û pêş de diçe? Şkandina dagirkeriya ruhî û tirsê, polîtîkayên ku tên qalkirin ‘tenkîl, tehdît, temdîn’ xwestine ku Kurdan bixin nava ‘çembera îtaatê’. Ew qalikê tirsê û sînorên ku di mejiyê mirovan de hatine xêzkirin dişkînin. Gava rewşenbîr, nivîskar û gel tên cem hev, dibînin ku ne bi tenê ne. Ev yek li dijî wê dagirkeriya ruhî ya ku tê qalkirin, dibe bingeha berxwedana derûnî. Standardîzasyon û zindîkirina asîmîlasyonê zimanê me parçe kiriye û herêmî kiriye.”
Pisporê perwerdehiya dîjîtal Karwan Aref jî ku ji başûrê Kurdistanê tevlî konferansê bûye, li ser rol û bandora qada dijîtal a di pergala perwerdehiyê de anî ziman ku welatê Norweç yek ji wan weletan e ku bi salan e perwerdehiya xwe derbasî dijîtalê kiriye û ev tişt got: “Ji demên berê heta niha her tişt guheriye, pê re perwerde jî guheriye. Înternet êdî sînor rakir. Ev ji bo me gelek girîng e. Êdî hatiye wê astê ku hemû karê me bi rêya înternetê nebe, ew kar êdî nayê kirin. Berê medrese bixwe civakî bûn. Niha pergalek hatiye avakirin ku li ser ziman û zarokan nasekine. Berê me li Başûr pergalên dibistanê yên perwerdehiyê dida avakirin. Sîstema heyî du beş in, yek jê beşeke serbixwe ye, ya din jî li ser zaravayan e. Divê kesên ku bi zaravayên Kirmanckî zanibin, bi zaravayên din ên Kurdî zanibin. Meseleya ziman meseleya me ye, meseleya zarokên me ye.”
Konferans bi nirxandinan didome.

