Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo dayika Sakîne Karakoçan (Gonul Tepe) Selvî Tepe ku jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê da.
Di peyamê de wiha hate gotin:
“Dayika hevala me Sakîne Karakoçan (Gonul Tepe) Dayika Selvî jiyana xwe ji dest da. Em sersaxiyê ji malbat û hezkiriyên dayika xwe Selvî ku di heman demê de dayika şehîdekî ye, dixwazin.
Di Elewiyan de ne tenê mêr, jin jî dibin rêbera baweriyê. Rêberiyê ji îbadetan re jî dikin. Dayika hevala me Sakîne Karakoçan jî, ji vê kevneşopiyê hatiye. Di çanda Elewîtiyê de, rabûna li dijî neheqî û zilmê nirxekî girîng e. Ji ber ku malbata Tepe jî neheqiyên li ser Kurd û Elewiyan ji nêz ve dîtine, helwestekî demokratîk û welatparêz raber kirine. Heta îro jî wekî aliyên têkoşîna me, piştgiriya xwe dane.
Dayika me Selvî wê di cihê xwe ya nû de bi rehetî raze. Ji ber ku têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê me û hesreta wê ya aştiyê wê teqez bi ser bikeve.”

