Yekşem, 12 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ahmet Karagoz: Çareseriya pirsgirêka Kurd wê mercên aboriyê jî sererast bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakmak ê beşdarî merasîma şewitandina çekan bû: Ji bo rêveçûna pêvajoyê qanûna çarçoveyê divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê Abdullah Ocalan bikare bi rengekî azad bijî û bixebite’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê: Me dest ji têkoşînê berneda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nedîm Seven: Divê dewleta Tirk gav bavêje

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Werîşe Muradî tevlî danişînê nebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê Çira FM’ê Mirad Mîrza di 2’yemîn salvegera şehadeta xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dosyaya tewanên Şengalê di destê tewanbaran de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî seredana sersaxiya Bahar Bîlge hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Bahar Bîlge peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayikên Aştiyê: Em ji Rêberê xwe bawer dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinan daxuyaniya 11’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya HBDH’ê Îmera Fera Yeşilgoz: Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinan derbas dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Ji bo Konferansa Navendî ya Jinan me dest bi amadekariyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Avakirina welatekî demokratîk bi beşdariya jinan dest pê dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Berxwedana 14’ê Tîrmehê rêgeha têkoşîna me diyar kir’
Kurdistan

‘Berxwedana 14’ê Tîrmehê rêgeha têkoşîna me diyar kir’

Gerîlayên Azadiyê Zîlan Devrîm û Baran Zindan berxwedêrên 14'ê Tîrmehê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz bi bîr anîn û gotin, "Berxwedana 14'ê Tîrmehê rêgeha têkoşîna me diyar kir."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Berxwedana ku di 14’ê Tîrmehê de li girtîgeha Amedê destpê kir mohra xwe li dîroka gelê Kurd xist. Ev berxwedana ku li dijî sîstema yek dewlet, yek miletê destpê kir, di heman demê de bû têkoşîna gerîlayên azadiyê ya salên dawî ku li dijî dagirkeriyê meşandin. Li hemberî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd, li zindana Amedê berxwedaneke mezin hate nîşandan. Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ên di berxwedanê de şehîd bûn, bi berxwedana xwe rêyeke nû ji têkoşîna azadiyê re vekirin.

Gerîlayên Azadiyê Zîlan Devrîm û Baran Zindan şehîdên 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn.

Gerîlaya YJA Starê Zîlan Devrîm diyar kir ku şehîd Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz li zindana Amedê li dijî zilm û zexta dijmin berxwedaneke bêhema nîşan dan û got, “Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêşengî ji me re kirin. Em îro hîn jî li ser şopa wan dimeşin. Ev hevrê ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe li ber xwe dan û şehîd bûn. Li Girtîgeha Amedê li dijî hevrêyên me zilmeke giran a Kenan Evren û Esat Oktay dihate meşandin. Di heman demê de êrişeke mezin li ser tevgera me hebû. Dema destpêkê ya pêvajoya damezrandina partiyê bû û dijmin dixwest bi şikandina îrdeya van hevalan tevgera me tasfiye bike. Lê belê van hevalan berxwedaneke welê mezin nîşan dan ku nehiştin dijmin bi gavekê jî bi pêş ve biçin. Tevgera me jî bi saya vê berxwedan, têkoşîn û dilsoziya bi şehîdan re bi pêşengiya Rêber Apo gihîşt vê astê.

Li Girtîgeha Amedê bi rastî jî berxwedaneke mezin hate nîşandan. Vê berxwedanê rê, xet û îdeolojiyek ji bo me afirand. Ji ber ku ev heval dilsozê Rêber Apo bûn, hevrêyên wî bûn. Wan rêya me ronî kirin û kirin ku em bigihêjin vê astê. Bi rastî jî Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz di berxwedana Girtîgeha AMedê de ji gelê me û me re bûn pêşeng. Di berxwedana şerê tunelan a salên dawî de gerîlayan berxwedana 14’ê Tîrmehê ji xwe re kirin esas û ti carî serî li ber dijmin netewandin. Ji ber vê yekê jî em ê bidin ser şopa wan. Em careke din Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ên di berxwedana 14’ê Tîrmehê de canê xwe feda kirin bi bîr tînin, bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin.”

‘BERXWEDANA 14’Ê TÎRMEHÊ DEWLETA TIRK BÊÇARE HIŞT’

Gerîlayê HPG’ê Baran Devrîm jî şehîdên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî û got, “Hevalên me yên di berxwedana 14’ê Tîrmehê de şehîd bûn bi hurmet bi bîr tînim. 14’ê Tîrmehê ji bo me rojeke pîroz e. Ew roj e ku derbeke mezin li sîstema serwer hate xistin. Di rojên bi vî rengî gigrîng de hemû çalakiyên hatin lidarxistin di asta îdeolojîk de bûn. Hevalên li Girtîgeha AMedê li ber xwe dan têkoşîna wan ji bo jiyaneke wekhev û welatekî azad bû. Li gel êşkence û zilma giran Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz li ber xwe dan û têkoşîna wan bi ser ket. Ruhê 14’ê Tîrmehê îro jî dewam dike. Îro jî gelek hevalên me Û gelê me li girtîgehên dewleta Tirkiyeyê li ber xwe didin. Dema ku mirov li van hevalan dinihêrin, dibînin ku têkiliya hevrêtiyê ya navbera wan çiqasî xurt e.

Ev berxwedan sembola hevrêtiya bi Rêber Apo re ye. Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz bi berxwedana xwe dewleta Tirk bêçare hiştin. Dewleta Tirk bi polîtîkayên cuda xwest bigihêje armanca xwe, lê belê berxwedana van hevalan ew planên wan pûç kir. Ruhê berxwedana wan li çiyê, bajaran û girtîgehan hîn jî dewam dike. Gelek hevrêyên me yên fedaî bi ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê gihîştin asta şehadetê. Ruhê vê berxwedanê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê dewam bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ahmet Karagoz: Çareseriya pirsgirêka Kurd wê mercên aboriyê jî sererast bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şîlan Emînoglu: Li Rojava jin pêşeng in, berxwedan gerdûnî ye

Şîlan Emînoglu diyar kir ku şoreşa Rojava bûye têkoşîneke demokratîk û azadîxwaz ku jin pêşengiya…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Qada çapemeniya azad bi pêşengtiya jinan bi pêş dikeve’

Rojnamevanên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bal kişandin ser girîngiya Yekîtiya Ragihandina Jinan…

Ji aliyê Stêrk TV

Milîsên KBDH’ê li Stenbolê çalakiya sbotajê kirin

Milîsên Delal Amed ên KBDH'ê ragihandin ku li Stenbolê li dijî tecrîd û dagirkeriyê agir…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Werîşe Muradî tevlî danişînê nebû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kedkarê Çira FM’ê Mirad Mîrza di 2’yemîn salvegera şehadeta xwe de hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dosyaya tewanên Şengalê di destê tewanbaran de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?