Meşa li taxa Malê Sala bi beşdariya şêniyên taxê, nûnerên rêxistinên civakî yên hawirdorparêz, saziyên civakî yên sivîl û Baroya Amedê pêk hat. Di çalakiyê de pankartên bi peyama parastina qadên çandinî û xwezayî hate hildan û li dijî projeya GES’ê dirûşm hatin qîrîn.
Rifat Încî bi navê şêniyên taxê daxuyaniyek da û anî ziman ku eger proje pêk were wê bandoreke neyînî kalîteya hewayê, zeviyên çandiniyê û çavkaniyên avê bike.
Încî diyar kir ku hin madeyên di panelên roê de têne bikaranîn dikarin li ser tenduristiya mirovan û hawirdorê rîsk be û destnîşan kir ku wê destûrê nedin ku zerar bigihêje çandinî û sewalkariyê.
Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Arzak Bayar jî ragihand ku divê qadên çêrgehê bêne parastin û got, wê li ber projeyê rabin.
Parlamenterê berê Ahmet Yildirim jî anî ziman ku projeyên enerjiyê û karên madenkariyê li qadên bejahî dibin sedema xisara hawirdorê û got, divê gelên herêmê jî tevlî pêvajoyên biryardanê bê kirin.
Serokê Komîsyona Bajêr û Hawirdorê ya Baroya Amedê Ahmet Înan jî işaret bi bandora projeyê li ser hawirdor û civakê kir û destnîşan kir ku ew li dijî razemeniya GES’ê ne.
Piştî meşê, çalakger çûn qada çêrgehê ya ku tê plankirin ku santral lê bê çêkirin û nerazîbûna xwe nîşan dan. Çalakî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.

