Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Civîna gel: ‘Divê Abdullah Ocalan bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Desteya Aştî û Siyasîbûnê divê dest bi kar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Cella Yildirim ê krîza dil derbas kir li girtîgehê hate vegerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tehliyeya du girtiyan dîsa hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kariane Westrheim: Çareseriya demokratîk a meseleya Kurd bi kêrî civaka Tirkiyeyê jî tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bavê rojnamevanê girtî Ahmed Polad bang: ‘Ahmed bi tenê nehêlin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulsum Elvan: Aştî tenê bi edaletê, rûbirûbûnê û têkoşîna jinê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Unsal: Eger qanûneke bi rengê poşmaniyê bê ferzkirin, ev wê neyê qebûlkirin
Rojane

Unsal: Eger qanûneke bi rengê poşmaniyê bê ferzkirin, ev wê neyê qebûlkirin

Ahmet Farûk Unsal anî ziman ku têkidlarî qanûna çarçoveyê agahî ji raya giştî re nehatiye dayin û got, "Eger qanûneke poşmaniyê bê ferzkirin ev yek wê neyê qebûlkirin. Ji ber ku mirov belasebep nemirin, belasebep êş nekişandin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Parêzvanê mafên mirovan û siyasetmedar Ahmet Farûk Unsal ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku nabe pirsgirêka Kurd tenê di asta ewlekarî û çekdanînê de bê nirxandin, ji bo çareseriyeke mayinde divê sedemên xwe yên dîrokî, siyasî û hiqûqî bêne nirxandin. Unsal diyar kir ku sererastkirinên qanûnî yên ku ketine rojevê wê bi gavên şênber diyar bibe bê ji bo çareseriyê ne, yan jî amûreke belavkirina pêvajoyê ya li demê ye.

‘ALIYÊ KURD BERPIRSYARIYA XWE DI ASTEKE BILIND DE BI CIH ANÎ’

Unsal bal kişand ser gavên pratîkî û şênber ên pêvajoyê û gavên dîrokî yên ku tevgera Kurd heta niha avêtine bi bîr xist. Unsal ragihand ku rêxistinê xwe fesix kir, têkoşîna çekdarî bi rengekî kategorîk red kir, çek şewitand û hêzên xwe yên leşkerî bi temamî derxist derveyî sînorên Tirkiyeyê û destnîşan kir ku pêvajo divê zelal be.

Unsal bi bîr xist ku di bin sîwana Meclîsê de komîsyonek hate avakirin, vê komîsyonê li Îmraliyê yekser hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir û got, di asta heyî de aliyê Kurd li bendê ye ku aliyê dewletê gaveke di heman astê de cidî û samîmî biavêje ku ev yek gelekî normal û rewa ye. Unsal diyar kir ku gavên demokratîk ên navborî heta niha ji aliyê desthilatdariyê ve nehatine avêtin.

Ahmet Farûk Unsal agahiyên têkildarî qanûna çarçoveyê yên li çapemeniyê belav bûn rexne kir û anî ziman ku ev yek ne li gorî ruh û cidiyeta çareseriyê ye. Unsal diyar kir ku piraniya îdîayên li çapemeniyê belav bûn gotinên manîpulatîf in û got, “Bi rengê ‘Wê ji bo hinekan be,’ ‘Ji bo hinekan wê derbas nebe’, ‘înfaz wê bê kêmkirin’, ‘wê qanûna poşmaniyê be’ gelek gotinên dûrî ji xwezaya vê pêvajoyê belav dibin.”

Unsal anî ziman ku têkildarî naveroka qanûna ku tê gotin wê bê amadekirin agahiyeke têrker û zelal ji raya giştî re nehatiye dayin û got, DEM Partî jî di vê mijarê de hîn xwedî agahiyeke berfireh nîne.

‘DIVÊ GIRANIYA DÎROKÎ Û CIVAKÎ YA MESELEYÊ JINEDÎTÎ VE NEYÊ’

Unsal destnîşan kir ku ferzkirina bi rengê ‘poşmaniyê’ ti carî nayê qebûlkirin û diyar kir ku formulên bi vî rengî ti carî wê li naveroka siyasî û rûmetî ya pêvajoyê neyê. Unsal got, “Beriya her tiştî eger qanûneke poşmaniyê bê ferzkirin, ev wê nebe nêzîkatiyeke qebûlkirinê.

Ji ber ku mirov belasebep nemirin, belasebep ev êş û pirsgirêk nekişandin. Ji xwe îradeya siyasî jî ya ku pêvajo da destpêkirin, herhal ev rastî dîtibû ku pêvajoyeke bi vî rengî da destpêkirin.”

Unsal mezinahî û cidiyeta gavên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi bîr xist û ragihand ku bi nedîtina giraniya civakî û dîrokî ya meseleyê, bi polîtîkayên rojane çareserî nikare bê peydakirin.

Unsal got, “Beriya her tiştî em qala pirsgirêkekê dikin ku bi qasî temenê Komarê ye” û bi bîr xist ku zêdeyî çil salan şerekî cidî qewimî, zêdeyî sed hezar mirovî jiyana xwe ji dest dan, bi sed hezaran mirov hatin girtin û gelek mirov jî neçar man ku penaber bibin. Unsal destnîşan kir ku fesixkirina avaniya muxatabê pirsgirêkê raxist pêş çavan ku gavên divê dewlet biavêje çiqasî radîkal û wêrek be û got, divê gavên ku Tirkiye biavêje li gorî vê cidiyeta dîrokî be.

‘DIVÊ DÎLGIRTIYÊN SIYASÎ BÊNE BERDAN, DAWÎ LI DESTESERKARIYA QEYÛM BÊ ANÎN’

Ji bo pêvajo veguhere aştiyeke civakî ya mayinde û rasteqîn Unsal got, divê nêîkatiyeke tasfiyekar neyê nîşandan û hin gavên ku divê bêne avêtin bi vî rengî pênase kir:

“Ji bo hemû endamên rêxistinê, ku rêveberên wê jî di nav de karibin tevlî siyaseta demokratîk û qanûnî ya li Tirkiyeyê bibin, divê ev derfet bi destûra bingehîn bê misogerkirin. Pêkanînên qeyûm ên ku tê wateya desteserkirina îradeya gel divê tavilê bi dawî bibin. Ahmet Turk û hemû şaredarên ji wezîfeya xwe hatin dûrxistin divê tavilê li wezîfeya xwe bêne vegerandin. Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û siyasetmedarên din ên ji kevneşopiya siyasî ya Kurd ku bi operasyonên tasfiyeyê hatin girtin, pêwîste tavilê bêne berdan û karibin tevlî nava jiyana siyasî bibin.”

‘EGER PIRSGIRÊKÊN ESASÎ NEYÊN ÇARESERKIRIN, NERAZÎBÛNÊN CIVAKÎ WÊ JINÛVE RÛ BIDIN’

Unsal astengiyên qanûnî û destûra bingehînî yên ku pirsgirêka Kurd kronîk kirin bi bîr xist û destnîşan kir ku ev pirsgirêkên bingehîn ên ku statukoyê hildiberîne divê bi rengekî bingehînî bêne çareserkirin. Ahmet Farûk Unsal destnîşan kir ku di serî de mafê zimanê dayikê divê mafên kolektîf bi qanûnan bêne misogerkirin û hişyarî da ku eger pirsgirêkên bingehîn çareser nebin wê nerazîbûnên civakî jinûve rû bidin. Unsal got, “Îro mijara PKK wê bê girtin, lê belê eger pirsgirêkên bingehîn neyên çareserkirin sibe wê tiştên cuda rû bidin. Ji ber vê jî divê pirsgirêkên bingehîn ên ku pirsgirêka Kurd hildiberîne ji holê bêne rakirin.”

Di vê çarçoveyê de Unsal li gel mafên çandî diayr kir ku divê reforma bingehîn di pergala rêveberiyê de bê kirin û Şertê Xweseriya Rêveberiyên Xwecihî yê Ewropayê li gorî sererastkirinên qanûnî yên guncaw bi lez bi cih bê anîn.

‘ABDULLAH OCALAN LI ROJAVA ABI ROLEKE ÇÊKER RABÛ’

Ahmet Farûk Unsal anî ziman ku bûyerê li Sûriyeyê û Rojava bi rengê senaryoyên felaketê yên ku Tirkiye jê ditirsiya yan jî plan dikir neqewimî û got, di pêvajoyên krîtîk ên li Rojava de Abdullalh Ocalan bi roleke damezrîner û çêker rabû.

Unsal diyar kir ku di pêvajoya şerê herêmî yê li qada Îranê de jî Kurdan bi pêngavên PKK an jî Abdullah Ocalan li gel DYE û Îsraîlê hevkarî nekirin û got, vê sekna stratejîk di asteke girîng de Enqere rehet kir.

Unsal ragihand ku li gel vê yekê jî divê bê qebûlkirin ku pirsgirêka Kurd bi giranî pirsgirêka navxweyî ya li Tirkiyeyê ye, ji ber ku piraniya nifûsa Kurdan li Tirkiyeyê ye û meseleya esasî jî statuya Kurdan a li Tirkiyeyê ye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got
Nûçeya Pişt re Şaredarê Çankayayê û 23 kes hatin girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Serdana şîna gerîlaya YRK’ê Zîlan Esen hate kirin

Ji bo gerîlaya YRK’ê Zîlan Esen (Arîn Qoser) li Qoserê şîn hate danîn û bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Kûdret Ûçûk: Mekanîzmaya dewletê hişt ku karesat mezin bibe

Hevşaredarê Şemrexê Kûdret Ûçûk diyar kir ku derketina şewatê, belavbûna wê û windakirina jiyanê, tevî…

Ji aliyê Stêrk TV

Bayindir: Gelê Kurd wê azad bibe

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di Newroza Edeneyê de axivî û got, “Gelê Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Fransayê çalakiyên xwendekaran: Ji sedî 90’ê zanîgehan girtî ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Civîna gel: ‘Divê Abdullah Ocalan bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Desteya Aştî û Siyasîbûnê divê dest bi kar bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyê nexweş Cella Yildirim ê krîza dil derbas kir li girtîgehê hate vegerandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?