Li navçeyên Alanya û Kaşê yên Antalyayê mudaxeleya hewayî û bejahî ya li dijî agirê li daristanan berdewam dike.
Li Alanyayê ji ber bandora bayê agir berfireh bû. Hinek mal ji bo tedbîrê hatin valakirin.
Lê belê mudaxeleya li dijî agirê li Kaşê di roja xwe ya sêyemîn de jî berdewam dike.
Şewata daristanê yê li Kumlucayê hat kontrolkirin.
Li aliyê din şewata li Manavgat û Serikê hatin vemirandin. Di encama şewatê de qadên daristanê, erdên çandiniyê, sera û darên zeytûnan zirar dîtin.
Lêkolînên derbarê sedema derketina agir de berdewam dikin.

