Li bejahiya taxa Kûmgedîk a navçeya Gomeç a Balikesîrê, şewata ku beriya du rojan destpê kir û gihîşt navçeya Bergama ya Îzmîrê, li gel hewldanên vemirandinê jî dewam dike.
Li herêma taxa Madran Dagi Kavşît a navçeya Çîne ya Aydinê doh bi şev agir bi qadê ket. Her wiha zerar gihîşt hin malên li zozanan. Şêniyên beşek ji taxa Mûtaflarê û taxa Dûtlûolûkê hatin veguhestin.
Du kesên ku tevlî karê vemirandina şewatê bûn ji ber dû nexweş ketin.

