Bi pêşengiya Komînên Şaredariyên Gel ên Şengalê û bi tevlîbûna hemû komînên gel û jinan, li ‘Korîdora Mirovî’ çalakiya bîranînê hate lidar xistin. Ev korîdor di sala 2014’an de ji aliyê şervanên YPG-YPJ’ê û gerîlayan ve hatibû vekirin û bibû sedema rizgarbûna bi hezaran Êzidiyan ji komkujiya DAÎŞ’ê.
Gelê ku li cihê çalakiyê kom bû, wêneyên fermanê bilind kirin. Piştre li ser navê Komînên Şaredariyên Gel ên Şengalê, Hevserok Xwedêda Îlyas daxuyaniya çapemeniyê xwend.
‘FERMANA 3’YÊ TEBAXÊ HÎN JÎ BIRÎNEK VEKIRIYE’
Xwedêda Îlyas, di axaftina xwe de bal kişand ser kûrahiya êşên hatine kişandin û wiha got, “12 sal li ser fermanê re derbas bûn. Di 3’yê Tebaxê de wijdana mirovahiyê winda bû û gelê me di komkujiyan re hate derbaskirin. Ji wê rojê heta îro gelê me di nav zor û zehmetiyên mezin de derbas dibe. Birînên civaka me hîn nehatine kewandin, ji ber wê jî em dikarin bêjin ku ev ferman hîn bi dawî nebûye.”
‘EM XIYANETÊ JI BÎR NAKIN’
Xwedêda Îlyas, di berdewamiya axaftina xwe de hêzên ku wê demê Şengal hiştin û reviyan rexne kir û got, “Wê demê hikûmeta Malikî û malbata Barzanî digotin ‘Em parastina Êzidiyan dikin’, lê di roja reş de li xelkê xwedî derneketin û civaka me teslîmî DAÎŞ’ê kirin. Bi sedan tankên wan li vir bûn lê yek gule jî neteqandin. Di beramberî vê de, şagirtên Rêber Apo hatin, ev korîdor ji me re vekirin û em ji qirkirinê rizgar kirin. Ev rê şahidê wê yekê ye ku kê em rizgar kirin. Em deyndarê wan şervanan û şehîdên xwe ne.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Şehîd Namirin” bi dawî bû. Piştî axaftinan, welatiyan li dora wê kaniya ku di rojên fermanê de ji bo bi hezaran kesî bibû ava jiyanê, şitil çandin û çalakiya xwe bi bi dawî kirin.

