Duşem, 2 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di hejmara meha Mijdarê ya Komînal de belgeya entegrasyonê ya Rêber Apo hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taş: Divê dawî li taloqkirina berdanê bê anîn, deste bêne rakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dedeoglû: Li dijî zextên li ser rojnamevanan divê xeteke hevpar û daîmî ya têkoşînê bê afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Çareseriya demokratîk, bi mîsogerkirina nasnameya Kurd a di destûra bingehîn de dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 2’YÊ MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê ji Îzmîr û Stenbolê bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şînoyê 3 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê gorek hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê banga naskirina Statuya Taybet a Şengalê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Konferansa jinan bi dawî bû: ‘Em ê bi hev re aştiyê ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê doz li 2 jinên aktîvîst hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Ya ku berxwedana Kobanê kir destaneke bêhempa yekîtiya gelê me bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê zarokeke 15 salî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: ‘Divê jin beşdarên yekser ên pêvajoya aştiyê bin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê di 10 mehan de 29 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê turnuvaya santrancê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > REPAK: Têkoşîna jinên Êzîdî wê azadiyê misoger bike
Jin

REPAK: Têkoşîna jinên Êzîdî wê azadiyê misoger bike

REPAK, di salvegera 12'an a komkujiya Şengalê de diyar kir ku Fermana 74'an êrîşeke sîstematîk li ser nasname û bedena jinên Êzîdî bû û bang li hemû cîhanê kir ku berpirsyariyên xwe yên li beramberî gelê Şengalê bi cih bînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tebax 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Navenda Têkiliyên Derve yên Jinên Kurd (REPAK), bi mebesta salvegera 12’an a komkujiya li ser civaka êzîdî ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji hêla DAÎŞ’ê ve hate kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

REPAK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de bal kişand ser dîroka kevnar a civaka Êzîdî û destnîşan kir ku gelê Êzîdî bi çand, bîr û baweriya xwe bûye bingeha civakbûna mirovahiyê. Di daxuyaniyê de hate bi bîr xistin ku civakên xwedî nasname di seranserê dîrokê de rastî êrîşên hêzên desthilatdar hatine û Şengal jî yek ji van mînakên herî giran e.

Berdewama daxuyaniya REPAK’ê bi vî rengî ye:

“Di dîroka nêz de hemû mirovahiyê şahidî ji fermaneke din ku bi serê gelê Êzîdî de hat kirin. Di 3’yê Tebaxa 2014’an de DAÎŞ’ê bi hêzeke mezin êrîşeke hovane li ser Şengalê pêk anî. Ev êrîş fermaneke din e ku wekî Fermana 74’an û qirkirina gelê Êzîdî tê zanîn.

Di encama vê ferman û qirkirinê de civaka Êzîdî rastî komkujiyeke ku wê bi tu awayî di hafizeya mirovahiyê de neyê jibîrkirin hat. Ger berxwedana şervanên azadiyê yên Kurd bi pêşengtiya 12 siwariyan pêş neketibûya, wê encama fermanê hîn girantir bibûya.

Di komkujiyê de bi hezaran kes hatin qetilkirin û nêzîkî 6 hezar û 400 jin û zarok hatin revandin, wendakirin, rastî tacîz û destdirêjiyê hatin û bi awayekî sîstematîk rastî tundiyê hatin. Bi sed hezaran kes jî ji cih û warên xwe hatin koçberkirin.”

REPAK’ê, bal kişand ser wê yekê ku tevî dîtina zêdetirî 80 gorên komî, aqûbeta gelek jin û keçên ku wekî kole hatin firotin hîna ne diyar e. REPAK’ê, destnîşan kir ku her çend ev ferman di asta navneteweyî de wekî jenosîd hatibe pejrandin jî, xeteriya li ser gelê Êzîdî bi dawî nebûye û hat gotin ku peymanên mîna ya 9’ê Cotmeha 2020’an rê li ber qirkirinê nagirin.

BANGA HEVGIRTINÊ Û TÊKOŞÎNÊ HAT KIRIN

REPAK’ê, di dawiya daxuyaniya xwe de şehîdên fermanê bi hurmetî bi bîr anîn, êş û birînên gelê Êzîdî parve kirin û bang li raya giştî û hemû jinan kir ku li beramberî îradeya Şengalê berpirsyariya xwe bi cih bînin.

Di daxuyaniyê de hate teqezkirin ku Fermana 74’an rasterast nasname û bedena jinên Êzîdî hedef girtiye û ev peyam hate dan, “Îro têkoşîna ku jinên Êzîdî didin meşandin xwedî cihekî dîrokî û mafdar e. Jinên Êzîdî bi xwe-rêxistinkirinê re teqez wê azadiya xwe û ya gelê xwe mîsoger bikin.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Moskowê ji bo bîranîna Cangoriyên Şengalê civîn hate lidarxistin
Nûçeya Pişt re Li Solaxê bîranîna şehîdên fermanê: Divê berpirsyarên fermanê bên darizandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê gundiyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatî qetilkirin, hate veşartin

Cenazeyê Mihemed Mihemed ê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser bajarê Til…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler biryara berdanê hat dayîn

Ji bo girtiyê nexweş ê giran Siddik Guler ê 85 salî ku li Girtîgeha Girtî…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Minbicê li dijî êrîşan meşiyan: Em ê axa xwe biparêzin

Şêniyên kantona Minbicê ku êrişên hêzên hikumeta Şamê yên li ser Dêrazorê şermezar kirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Di hejmara meha Mijdarê ya Komînal de belgeya entegrasyonê ya Rêber Apo hate weşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Dîlek Odabaş: Bi bilindkirina dengê jinan em dikarin tevkariyê li aştiyê bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dedeoglû: Li dijî zextên li ser rojnamevanan divê xeteke hevpar û daîmî ya têkoşînê bê afirandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Destana berxwedanê ya li Tişrînê hate nivîsandin: Em ji mirinê mezintir in

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?