Di merasîmê de Hevserokê Kurdistan Komîte Silo Dirboyan, Reşîdê Fero, Helbestvan Henara Tajdîn û Rojnemavan Tîtalê Kerem axaftin kirin.
Silo Dirboyan got: “Em bi rêzdarî cangoriyên fermana Şengalê bi bîr tînin, emê ti carî vê roja reş ji bîr nekin. Em weke civaka Êzidî di dîrokê de heta roja îro di gelek fermanan re derbas bûne. Lê em teslîm nebûne û me xwe timî parastiye. Bi saya Tevgera Azadiyê û felsefeya Rêber Apo, gelek guhertin di civaka Êzidî de çêbûn. Civaka Êzidî xwe bi rêxistin û bi hêz kir.
Reşîdê Fero jî ev tişt got: “Em vê komkujiya li hemberî Êzidiyan şermezar dikin. Ji bo ku carek din civaka me di fermanan re derbas nebe pewîste em Êzidî yekîtiya xwe ava bikin û bibin xwedî hêz.”
Helbestvan Henara Tajdîn diyar kir ku DAÎŞ’ê bi hezaran keç û jinên Êzidî weke kole firotin, heya niha jî aqûbeta wan nayê zanîn û destnîşan kir ku li dijî vê fermanê berxwedana civakê hîn mezintir bû û gelê Kurd xwedî li koka xwe derket.
Rojnamevan Tîtalê Kerem jî bang li civaka Êzidî kir ku yekîtiya xwe ava bike û xwe bi rêxistin bike.

