Li gelek bajaran di salvegera êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li dijî Şengalê di 3’yê Tebaxa 2014’an de pêka hatin de çalakiyên bîranînê û daxuyanî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de cangoriyên Komkujiya Şengalê hatin bîranîn û banga naskirina navneteweyî ya Qirkirina Şengalê û mîsogerkirina statuya Şengalê hat kirin.
ŞIRNEX
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Şirnexê di salvegera êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Şengalê de daxuyanî hat dayîn. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk û gelek kes beşdarî daxuyaniya li ber avahiya DEM Partiyê ya Şirnexê bûn.
Berdevka TJA’yê ya Şirnexê Nafiye Geçgel di daxuyaniyê de axivî û xwestku Fermana Şengal li qadan navneteweyî bê naskirin, sûcdar li gorî qanûnên navneteweyî bên darizandin û çarenûsa jinên winda bên zelalkirin.
Daxuyanî bi dirûşme û çepikan bi dawî bû.
BEDLÎS
DEM Partî û TJA di salvegera Ferman Şengalê de li Tetwanê bernameyek bîranînê li dar xistin. Bîranîna ku li avahiya DEM Partiyê hat lidarxistin, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdar bûn. Bername bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Tetwanê Gulbahar Erkılıç di bîranînê de axivî û êrîşên DAIŞê yên li ser Şengal bi bîr xist î û got ku tiştên qewimîn divê neyên jibîrkirin.
Bername piştî axaftinan bi dawî bû.
DÎLOK
Di salvegera Fermana Şengalê de li avahiya DEM Partiyê ya Dîlokê çalakiyek bîranînê hat lidarxist. Li hola ku bîranîn hat lidarxistin de pankarta bi zimanên Tirkî û Kurdî “Niha dema parastina îradeya Şengalê ye!” hat daliqandin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Dîlokê Hatîce Sonmez, piştî deqeyek rêzgirtinê axivî û diyar kir ku êrîşa li dijî gelê Êzidî tenê li dijî gelekî ye di heman demê de li dijî wijdanê hevpar ê mirovahiyê jî sûcek giran bû.
Sonmez wiha axivî: “Em bi rêzdarî canên ku me winda kirine bi bîr tînin; em îrade û berxwedana gelê Êzidî silav dikin.”
SÊRT
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya salvegera bibîranîna qûrbaniyên Şengalê yên ku di 3yê Tebaxa 2014an de di encaman êrişên çeteyên DAIŞê de hatibûn revandin û kuştin li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Sêrtê hatin bibîranîn û komkujî hate şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de gelek nûnerên partiyên siyasî yên navend û navçeyên bajêr û gelek rêveber û endamên saziyên sivîl ên civakî yên bajêr û gelek kes tev li bû. Kesên ku tev li çalakiyê bûn duwîzên ku li ser wan “Em ê hesabê komkujiya Şengalê bipirsin”, “3yê Tebaxê ne tene salvegera komkujiyê ye” û “Em ê komkujiya Şengalê nedin jibîrkirin” hatibûn nivîsandin hatin hilgirtin. Her wiha metna daxuyaniyê jî ji aliye Endama Meclisa Giştî ya DEM Partiyê ya Sêrtê Elîf Akan ve hate xwendin.
SEMSÛR
Bi pêşengiya TJA’yê û bi beşdariya saziyên sivîl, li Bergeha Deriyê Başûr a Mimar Sinanê ya Semsûrê ji bo salvegera 12an a Fermana Şengalê daxuyaniya hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Ferat-Derê Yeşim Akgul ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser qetlîama di 3yê Tebaxa 2014an de ji aliyê çeteyên DAIŞê ve pêk hat û hat destnîşankirin ku ev êriş rasterast li dijî hebûn, nasname û nirxên hevpar ên jinan polîtîkayeke tunekirinê bû. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku tevî salên derbasbûyî jî hêj aqûbeta bi hezarên jin û zarokên êzidî nayê zanîn û êrişên li ser Şengalê berdewam dikin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de bang li Tirkiyeyê û hêzên navneteweyî hat kirin ku tiştên li Şengalê qewimîne bi fermî wekî “qirkirin” û “qetlîama jinan” nas bikin, statuya Şengalê bixin bin garantiyê û hemû kiryaran di dadgehên navneteweyî de biderizînin.
Daxuyanî bi gotina “Me Şengal ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin” bi dawî bû.
RIHA
Platforma Saziyên Demokratîk Di salvegera Fermana Şengalê de li Wêranşarê meş hat lidarxist. Di çalakiyê de banga naskirina statuya şengalê û mafên destûrî yên Êzîdîyan hat kirin.
Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê li navçeya Wêranşarê ji bo salvegera Fermana Şengalê meş û daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Di çalakiyê de ku welatiyên êzidî jî beşdar bûn, banga naskirina statuya Şengalê û mafên destûrî yên êzidiyan hat kirin.
Kombûna ku li Kolana Karacadagê dest pê kir, bi wêneyên jinên êzidî û pankartên “Niha dem dema têkoşîna li dijî qirkirinê ye” û “Mirovahî deyndarê Şengalê ye” ber bi avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Wêranşarê ve meşiya. Di meşê de bênavber dirûşmên piştevaniyê hatin berzkirin.
Li ser navê Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulsum Ocalab daxuyanî xwend.
Ocalan bal kişand ser hovîtiya fermana 3yê Tebaxê û got: “Tiştên li Şengalê qewimîn ne sûcekî şer ê ji rêzê bû; diyardeya herî hov a zihniyeta serdest a mêr bû. Heta ku hemû jinên hatine revandin bên dîtin, kiryar werin darizandin û statuya Şengalê di bin garantiyê de bê girtin, em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”
Piştre li ser navê welatiyên Êzidî Necati Goren axivî û bal kişand ser nebûna ewlehiyê û koçberiya êzidiyan. Gören destnîşan kir ku divê hebûn û nasnameya civaka êzidî di destûra bingehîn de bi fermî bê naskirin û garantîkirin.
Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

