Fermandariya Tîmên Parêzvanên Xaka Kurdistanê ragihan ku ji bo tolhildana şehîdên malbata Tewekul ku ji aliyê hêzên Îranê ve hatibûn şehîdxistin, 4 endamên Artêşa Pasdarên Îranê hatin cezakirin û hejmarek leşkerên din jî birîndar bûn û wiha hate gotin: “Emê her êrişek li ser xak û gelê me bê bersiv nehêlin.”
Roja 27’ê Tîrmeha 2026’an de Mehdî Tewekulî li gel dayik û xuşka xwe ji aliyê hêzên Îranê ve hatin şehîdkirin. Fermandariya Tîmên Parêzvanên Xaka Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan di tolhildana Mehdî Tewekulî û malbata wî de, çar leşkerên Artêşa Pasdaran ceza kirine.
Daxuyaniya Fermandariya Tîmên Parêzvanên Xaka Kurdistanê wiha ye:
“Di dîroka 2’yê Tebaxa 2026’an de, li gundê Siyanaw ê ser bi bajarê Merîwanê, tîmên me wek tolhildana şehîdkirina malbata Tewekulî, hêzên Artêşa Pasdaran kirin armanc. Di encamê de çar leşkerên Artêşa Pasdaran hatin cezakirin, gelek leşkerên dijmin birîndar bûn, her wiha gelek amûrên leşkerî û wesayît hatin rûxandin.
Ev çalakî wek tolhildanekê ji bo komkujiya dijî malbata Tewekulî ya li bajarê Bane ya ji aliyê hikûmeta Komara Îslamî ve hate encamdan bû. Em wek Parêzvanên Xaka Kurdistanê radigihînin ku em tu carî kiryarên bi vî rengî yên hikûmeta Komara Îslamî û her êrişeke ser nirxên gelê Kurdistanê bê bersiv nahêlin.
Di dawiyê de, em sersaxiyê ji malbata Tewekulî û gelê welatparêz ê Sine û giştî Kurdistanê re dixwazin. Em dubare dikin ku li beramberî her êrişeke ser xak û gelê me, tîmên me wê bersiva pêwîst bidin.”

