Bi pêşengtiya Meclîsa Gel a Wargeha Penberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 12’emîn salvegera êrişa çeteyên DAÎŞ’ê ya ku di 6’ê Tebaxa 2014’an de li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê hate kirin, daxuyaniyek hat dayîn.
Daxuyanî li Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî candoriyên azadiya Kurdistanê destpê kir. Pîştî rêzgirtinê Hevserokê Meclîsa Gel ya Demokratîk a Mexmûrê Bedran Pîranî axivî.
Bedran Pîranî di destpêka axaftina xwe de Rojnemevan Şehîd Deniz Firat bi bîranîn û wiha got: “Wek hemû heval ji dizanin beriya 12 salan ango di 2014’an de li Sûriye û Iraqê çeteyên DAIŞ’ê xwe berbelav kirin. Ji ber ku me li Mexmûrê xwe di bin fikirê Rêber Apo de bi rêxistin kiribû êrişê me kirin û xwestin me jî wek civaka Êzidî di qirkirinê re derbas bikin. Ne dizanî ev 30 sal in ev gel xwe li ser fikirê Rêber Apo rêxistin dike. Êrişa wan a li ser wargehê ne li gorî hesabê wan pêk hat. Êrişek berfireh li ser wargehê pêkanîn û gelek zû têk jî çûn. Bi berxwedaniya gelê wargehê û xwe rêxistin kirina gelê wargehê êrişên wan têk birin. Wê demê gelek hêzên cûda di herêmê de hebûn, lê nekarîn gelê wargehê, gelê Iraqê û gelê Herêma Kurdistanê ji van çeteyan bi parêzin. Gelê wargehê hem karî xwe jî bi parêze hem karî gelê herêmê jî bi parêze. Em carek din dibêjin kesek nikare rêxistinkirina me ji nav bibe.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyana Nabe’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

