Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Bûyerên têkildarî mijara qanûna çarçoveyê wê werin şopandin ku doh ji raya giştî re hate eşkerekirin.
Alîkara Serokê Baroya Amedê Şîlan Çelîk li ser pêşnûme qanûna çarçoveyê axivî û got, “Gelekî girîng e ku alî li hev civiyan û ev metna hiqûqî afirandin.”
Siyasetmedar Nejdet Atalay anî ziman ku Kurd divê biryarên li ser jiyan, paşeroj û pêwîstiyên xwe yên siyasî û çandî bi xwe bidin.
Tecrûbeya rêveberiya herêmî ya 27 salan a Kurdan, ji şaredarvaniya gelperwer heta xwerêveberiya demokratîk modeleke nû afirand. Dewleta Tirk jî li dijî vê yekê doz vekirin, siyasetmedar girtin û qeyûm tayîn kirin.

