Parlamenterê DEM Partiyê yê Êlihê û Alîkarê Hevserokê Giştî û Berpirsê Rêveberiyên Xwecihî yên DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî anî ziman ku li welatên ku li wir rêveberiyên xwcihî bi hêz in di heman demê de standarta wan a demokrasiyê jî bilind in.
Mehmet Tiryakî got: ‘’Li rêveberiyên xwecihî çi qas demokrasî hebe, li wî welatî jî ew qas demokrasî heye. Rêveberiyên xwecihî çi qasî bi hêz bin, demokrasiya wî welatî jî ew qas î bi hêz e.’’
Mehmet Ruştu Tîryakî anî ziman ku rêveberiyên xwecihî yên li Tirkiyeyê xwedî paşerojeke 150 salî ne lê belê di vê pêvajoyê de rêveberiyên xwecihî roj bi roj xurt nebûne, îfade kir ku di salên dawîn de rayeya wesayeta li ser rêveberiyên xwecihî zêde bûye û got: ‘’Di dîroka vî welatî de demokrasiya xwecihî û rêveberiyên xwecihî tu caran ev qasî lawaz nebûbûn.
TECRÛBEYA ME YA 27 SALAN HEYE
Mehmet Ruştu Tîryakî bi bîr xist ku DEM Partiyê ji sala 1999’an û pê ve xwedî tecrûbeyeke 27 salan e û got ku wan di vê serdemê de sepanên ku bi tîpên zêrîn li dîroka welêt werin nivîsandin, xistine meriyetê. Tiryakî destnîşan kir ku sepanên weke şaredarvaniya pirzimanî, hevserokatî û nûnertiya wekhev bes ne ji bo Tirkiyeyê di heman demê de ji bo hemû cîhanê mînak in.
Mehmet Ruştu Tîryakî di dewama axaftina xwe de got ku her wiha wan di qada çandî de jî gelek xebat bi rê ve birine, kreşên ku perwerdeya zimanê dayîkê didin ava kirine, wan hemû şaredarî kirine navendên çand-hunerê û ew şaredariyan bi gel re bi rê ve dibin û ev yek anîn ziman: ‘’Me şaredarî kirin saziyeke aîdî gel. Me şaredariyên ku deriyên wan tim vekirî, gel bikaribe li gel hemû rêveberan hevdîtinê bike û hîs bikin ya wan e afirandin.’’
LI 6 ŞAREDARIYAN BUDCEYA BEŞDAR
Mehmet Ruştu Tîryakî piştre anî ziman ku wan di serdemên dawîn de ji navçeyên Gimgim û Rezanê dest pê kiriye û li wan şaredariyan sepana ‘’budceya beşdar’’ daye destpêkirin, ew sepan îsal li 6 şaredariyan hatiye sepandin û di salên pêş de wê li hemû şaredariyan belav bibe. Her wiha diyar kir ku wan li taxan civînên gel li dar xistine û vebijarkên budceyê bi gel re diyar kirine.
WÊ BIBIN NAVENDÊN KOMUNÊ
Parlamenter Mehmet Ruştu Tîryakî anî ziman ku ew şaredariyan weke komînan û komînan jî weke şaredariyan dibînin û got: ‘’Em prensîbên têkildarî rêveberiyê, hilberînê û parvekirinê li gel gelê xwe nîqaş dikin. Em qala rêveberiya li gel gelê xwe, hilberîna li gel gelê xwe û parvekirina hilberînan dikin. Bi rastî jî ji bo ku em şaredariyên xwe bikin navendên komînan em ê hewl bidin.’’ Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku di vê çarçoveyê de ji kooperatîfan bigirin heya jinûvesererastkirina mekanîzmayên rêveberiyê ew nîqaşên berfireh bi rê ve dibin.
ROLA RÊVEBERIYÊN XWECIHÎ YA BERFIREH DIBE
Mehmet Ruştu Tîryakî got ku şaredariyên modern êdî bes bi xizmetên weke berhevkirina qilêşê, kanalîzasyon û av û park û bexçeyan re sînordar nîne û ji astengdaran bigirin heya xizmeta ji temenmezinan re û heya xebatên çandî, hunerî û edebî di qadeke berfireh de berpirsiyarî girtine ser milên xwe. Mehmet Ruştu Tiryakî destnîşan kir ku hem li Tirkiyeyê hem li Kurdistanê têkildarî bihêzkirina rêveberiyên xwecihî têkoşîn û daxwazeke xurt heye.
Mehmet Ruştu Tîryakî piştre îfade kir ku lê belê di demên dawîn de li gel yasayên hatine derxistin rayeyên rêveberiyên xwecihî hatine sînordarkirin û gelek mekanîzmayên biryarê veguheztine rêveberiyên navendî.
ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN
Mehmet Ruştu Tîryakî işaret bi pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser meseleya Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê kir û got, “Eger bi rastî jî em karibin meseleya rêveberiyên xwecihî yên li Kurdistanê çareser bikin; karibin erkên rêveberiyên xwecihî zêde bikin, şerhên li ser peymanên navneteweyî rakin, erka wesayetê kêm bikin û veguherînin rêveberiyeke ku budçeya xwe bi xwe çêdike û biryarên xwe bi xwe dide, hingî em ê karibin pirsgirêka sed salî ya bingehîn a vî welatî di çarçoveya nîqaşên ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de çareser bikin.”
Mehmet Ruştu Tîryakî anî ziman ku demokratîkkirina rêveberiyên xwecihî, rakirina rayeya wesayetê û organîzekirina şaredariyan ya weke komînan di serî de pirsgirmka Kurd û pirsgirêka demokrasiyê serenavên wisa ne ku wê bikaribin du pirsgirêkên sereke yên welêt çareser bikin.
TEMASÊN NAVNETEWEYÎ BERDEWAM DIKIN
Mehmet Ruştu Tîryakî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku DEM Partî bes ne li hundir di heman demê de di asta navneteweyî de jî hewlên dîplomatîk bi rê ve dibin û got ku ji Çînê heya Japonya, Barselona û welatên Efrîqayê wan hevdîtin li dar xistine, hem pêşniyarên wan standine hem jî wan tecrûbeyên xwe li gel wan parve kirine.

