Eşkere bû ku Serokê DYE’yê Donald Trump 8’ê Tîrmehê dema ji Enqereyê çû ku ji bo civîna bilind a NATO’yê lê bû, bi operasyoneke ewlekariyê ya berfireh hate veguhestin ku ji raya giştî hatibû veşartin.
Li gorî nûçeya Washington Postê, ku agahiyên xwe dispêre nivîsên navxweyî û du çavkaniyênnêzî mijarê, operasyon ji ber gefa ji Îranê ya sûîqestê hate kirin. Hate ragihandin ku Trump ji bo cihê xwe yê rastî veşêre Air Force One weke “amûreke xapandinê” bi kar anî.
Trump li Balafirgeha Esenbogayê ya Enqereyê li pêşberî kamerayan li Air Force One a kevn siwar bû. Lê belê piştî demeke kurt bi rengekî veşartî ji balafirê peya bû.
Serokê DYE’yê bi rengekî veşartî li qemyoneke servîsê ya ji xwarin û xwarinê hate siwarkirin û ew birin balafireke leşkerî ya biçûk a bi tîpa C-32A. Trump bi vê balafirê derbasî Îngilistanê bû.
Di vê kêliyê de jî Air Force bi rengê plankirî ji Enqereyê bi hewa ket. Di balafirê de beşek ji personelên Qesra Spî û rojnamevanên bi Trump re hebûn. Li gorî nûçeyê beşeke mezin a kesên li balafirê nizanîbûn ku Trump ne di balafirê de ye.
OPERASYONÊ LI ÎNGILISTANÊ JÎ DEWAM KIR
Operasyona ewlekariyê ya Trump piştî ku daket Îngilistanê jî dewam kir. Serokê DYE’yê ji cihekî kamera nabîne ji balafirê hate daxistin û piştre careke din ew derxistin pêşberî raya giştî ku weke ji Air Force One nû peya bûye hate nîşandan.
Trump piştre derbasî balafira serokatiyê ya nû ya DYE’yê bû ku Qatarê dabû û bi vê balafirên vegeriya Washingtonê.

