Barînên ku şeva Pêncşemê dest pê kirin, bi taybetî li herêma Chiba bûn sedema rabûna lehî, hezaz û qutbûna ceyranê. Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA), li herêma berbehs cara ewil ji bo barînên zêde hişyariya di asta herî bilind de xist dewrê.
Buroya Rêveberiya Afetê ya Chibayê diyar kir ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de jineke 66 salî heye û di bin avê de maye. Cesedê kesekî din jî li ser rêyê hatiye dîtin û kesê sêyemîn jî li ser rêyê bi awayekî birîndar hatiye dîtin û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.
Rayedaran dan zanîn ku kesekî din jî ê ne li ser hişê xwe hatiye dîtin û kesek jî winda ye. Her wiha rayedar diyar dikin ku ew ji ber zêdebûna hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dana bi fikar in. Hate ragihandin ku roja Înê li Chibayê ceyrana 26 hezar xaniyan qut bûye.
Rayedarên JMA’yê diyar kiribûn ku wê şeva Pêncşemê barîn gelekî zêde bibin.
BI HEZAR RÊWÎ ASÊ MAN
Barînên zêde bandoreke mezin li hatûçûyên rêya hesinî û bejayî jî kir. Ji ber betalkirina gelek seferên terênê yên diçûn Balafirgaha Narita û ji balafirgehê dihatin 6 hezar rêwî neçar man ku li balafirgehê bimînin. Tê payîn ku ev rewş heya roja Înê pîştî nîvro berdewam bike.
Pispor diyar dikin ku ji ber guherîna avûhewayê wê bûyerên hewayî yên bi vî rengî zêdetir biqewimin û tundttir bin.

