Pêncşem, 20 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nobeta li Gimgimê ya li dijî JES’ê di roja 110’an de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatimogûllari serdana girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana 2 girtiyên ku 30 sal in girti ne, hatin taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kanîreşê civîna gel: Rêbertî çav û guhê me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya karkerên madenê di roja 11’emîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    20 kes li ser rêya koçberiya ber bi Ewropayê winda bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayan bi çalakiyên bi heybet 15’ê Tebaxê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘15’ê Tebaxê vejîna neteweyekê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê êrîşên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo me nirxên pir mezin afirand’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolberê ku salek berê ji serê xwe birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Fetwaya 47 sal berê têk çû, ji bilî demokrasiyê rêyeke din tineye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê meşa li dijî tacîz û destdirêjiyê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê aqûbeta 2 jinan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amnesty: Iraq nikare jinan li hemberî gefên mirinê biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jin dixwazin atolye bê dayîna mêrên ku çavkaniya tundiyê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E piştgirî da gelê Garifuna yên li Hondurasê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Keskin Bayindir: Ev pêvajo ne ya temaşekirinê ye, ya beşdarbûn û guhertinê ye
Rojane

Keskin Bayindir: Ev pêvajo ne ya temaşekirinê ye, ya beşdarbûn û guhertinê ye

Keskin Bayindir diyar kir ku divê çareserî tenê bi bêçekkirin û verastkirinên qanûnî ve sînordar nemîne û anî ziman ku aştiya mayînde misogerkirina hemwelatîbûna wekhev, demokrasiya herêmî, mafê zimanê dayikê û beşdariya demokratîk pêkan e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Tebax 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Pirsgirêka Kurd piştî çek ji destê hat derxistin û bi qanûnî çarçoveyê ya ku li meclisê hatine derxistin re pêvajo kete qonaxek nû. Wê ev qonax çawa bimeşe, beşdariya civaka Kurd a pêvajoyê, çarçoveya çareseriya demokratîk û gavên ku divê di serdema pêş de bên avêtin hîn jî têne nîqaşkirin.

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir têkildarî qonaxa pêş a pêvajoyê, avakirina civaka demokratîk û komara demokratîk, hêviyên civaka Kurd û çavdêriyên wî yên ji qadê ji ANF’ re axivî.

Bayindir ku derbarê civînên gel ên ku wan lidar xistin de jî nirxandin kir û got, “Gel dixwaze beşdarî mekanîzmaya biryardanê bibe. Civak aştiyê dixwaze, di heman demê de dixwazin bizanin aştî wê jiyana wan çawa biguherîne.”

Keskîn Bayindir anî ziman ku hin hêmanên pêvajoyê şênber bûne û wiha domand: “Di alî çek ji destê hatin derxistin û bi verastkirinên qanûnî re qonaxeke girîng hatiye derbaskirin. Lê wê daxwazên siyasî û demokratîk ên civaka Kurd bi kîjan mekanîzma yan bên pêşwazîkirin hûn çarçoveya wê nehatiye şênberkirin. Ji ber vê yekê, pirsa civakê ‘Gelo wê ji niha pê ve li bibe’ di cih de ye.”

Bayindir anî ziman ku  ew ji sê aliyan ve li pirsgirêkê dinêre û wiha pê de çû: “Di aliyê min de sê pirsgirêkên bingehîn hene: pêşbînîkirin, beşdarbûn û ewlehî. Mebesta min a ji bo pêşbînîkirinê ew e ku divê nexşerêya pêvajoyê di aliyê civakê de bê fêmkirin. Em di kîjan qonaxê de ne, qonaxa din çi ye, her sazî wê çi bike, wê kîjan verastkirinên qanûnî bên rojevê? Divê ev  zelal bin.

Ya duyemîn beşdarbûn. Em dibêjin ku divê gelê Kurd ji “mijara” pêvajoyê derkeve û bibe kirde. Lê kirde bûn ne tenê ji bo nêrîna wan bigirin. Kirdebûn tê wateya ku di biryardayînê de bi bandor be û encamên biryaran kontrol bike . Ger hûn guh didin gel lê mekanîzmaya biryardanê girtî bihêlin, wê demê ne beşdarbûn, tenê şêwirîn heye.

Ji ber vê yekê, divê mekanîzmayên saziyî yên ku partiyên siyasî, şaredarî, rêxistinên jinan, rêxistinên ciwanan, rêxistinên kedê, odeyên pîşeyî, akademî, rewşenbîr û civaka sivîl tê de cih digirin bên avakirin. Pirsgirêka sêyemîn ewlehî ye. Bêyî misogeriya destûrî û qanûnî ti destketiyên demokratîk mayînde namînin.”

Keskîn Bayindir derbarê girtina hilbijêran de jî ev tişt anî ziman: “Demokrasiya herêmî ne ku hemwelatî li dijî dewletê ne, wekî parçeyek dewletê xwe bi rê ve bibe. Ji ber vê yekê, em nikarin dûrxistina şaredarekî hilbijartî tenê wekî dûrxistina kesekî bibînin. Di wir de têkiliya di navbera îradeya hilbijêran û otorîteya giştî de tê nîqaşkirin. Nirxandinên 2026’an ên Konseya Ewropayê bi eşkereyî dibêjin ku nûnerên hilbijartî demdirêj girtî bimîne û astengkirina erkên wan di demokrasiya herêmî û mafê hilbijêran pirsgirêkê derdixe holê. Ji ber vê yekê tişta ku divê ji bo komara demokratîk bê kirin ew e ku îradeya demokratîk a ku bi rêya hilbijartinan derketiye holê bê parastin.”

Bayindir biçbîrxist ku mirov dixwazin beşdarî biryardayînê bibin û wiha got, “Em nikarin aştiyê tenê bi polîtîkayên ewlehiyê pênase bikin. Bi rastî, mirov tiştekî pir bingehîn ji me re dibêjin; ‘Li ser navê me biryarê nedin; bi me re biryar bidin’. Li gorî min bi qasî vê hevokke ku daxwaza bingehîn a civakê baştir rave bike tineye. Mirov naxwazin tenê encam ji wan re bê ragihandin; ew dixwazin beşdsrî pêvajoya biryardanê bibin. Hesteke din a bihêz li qadê hişyarî ye. Mirov aştiyê dixwazin, lê ji ber ezmûnên berê vê pirsê dikin, “Gelo vê carê wê mayînde bibe?” Ez vê hişyariyê neyînî nabînim.

Bay8ndir axaftinaxwe wiha b8ndawî kir, “Li pêşiya me derfeteke dîrokî ya rastîn heye. Lê derfet û encam ne heman tişt in. Derfeta dîrokî heke sazûmanî û îradeya siyasî li ser bingehên rastîn bên avakirin wê demê wê veguhere veguherîneke dîrokî. Ji ber vê yekê berpirsyarî dikeve ser milê her kesî. Lê berpirsiyariya dewlet û desthilatê di cihek taybet de ye.Beşek mezin a nebaweriya ku ji berê tê, ji ber têkiliya dewlet-civakê diqewime. Ji ber vê yekê bi gavên ku dewlet bavêjin wê baweriyê bi xwe re bîne. Di vir de divê em cûdahiyek pir eşkere bikin: bicihanîna daxwazên demokratîk ên Kurdan ne tawîz e. Hemwelatîbûna wekhev ne tawîz e. Naskirina mafê zimanê dayikê ne tawîz e. Demokrasiya herêmî ne tawîz e. Misogerkirina îradeya hilbijartiyan ne tawîz e. Azadiya derbirîn û rêxistinbûnê ne tawîz e. Ev hemû hêmanên xebata normal a komara demokratîk in. Çekan ji dewrê derxisyin encama bidawîbûna pevçûnan e; lê destpêka aştiyê ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 20’Ê TEBAXA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Komên alîgir: ‘Têkoşîna li dijî hişbirê bi rêxistinkirinê pêkan e’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Bedlîsê ji ber lêpirsîna Newrozê kesek hat girtin

Ji 17 kesên ku di serdegirtinên malan ên li Tetwan û Xelatê de hatibûn binçavkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî û partiyên sosyalîst ji bo piştevaniyê serdana ESP’ê kirin

DEM Partî, DBP, HDP û hin partiyên çep-sosyalîst serdana ESP'ê kirin ku di 3'ê Sibatê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê: Em ê bi vîna jina azad dagirkerî û tecrîdê têk bibin!

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8'ê Adarê dest pê kirin. Di çalakiyan de wê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JES’ê di roja 110’an de didome

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatimogûllari serdana girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berdana 2 girtiyên ku 30 sal in girti ne, hatin taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Kanîreşê civîna gel: Rêbertî çav û guhê me ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?