Derket holê ku Huseyîn Ozarslan û Mehmet Akdemîr ên ji 4 girtiyên ku weke şertê bidawîkirina greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tîpa Bîran a Ewlehiya Bilind a Antalyayê sozê sewqkirinê nehatiye bicihanîn di 18’ê Tebaxê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kirine. Endamê TAYAD’ê Ferdî Sarıkaya ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku Huseyîn Ozarslan û Mehmet Akdemîr ên ji 60 saliyê mezintir û hin nexweşiyên wan hene wê xwe li ber greveke birçîbûnê ya demdirêj negirin û got: ‘’Ji bo ku ji girtîgehên tîpên bîran cenazeyeke din dernekeve bila sozên tên dayîn, werin girtin.’’
‘TEVÎ KU BI SER DE 4 MEH DERBAS BÛNE JÎ SEWQA WAN HÊ JÎ NEHATIYE KIRIN’
Endamê TAYAD’ê Ferdî Sarikaya da zanîn ku Wekîlê Serdozgerê Komarê soza xwe ya sewqkirina girtiyan bi cih neaniye û girêdayî vê yekê ji çar girtiyên siyasî Huseyîn Ozarslan û Mehmet Akdemîr di 18’ê Tebaxê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kirine.
Ferdî Sarikaya di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Wekîlê Serdozgerê Komarê yê Antalyayê soza xwe ya sewqkirina çar girtiyan a ji Girtîgeha Tîpa L yan jî girtîgeheke guncav re bi cih neaniye û got: ‘’Serdozgerê berbehs soz dabû ku girtiyan ji Girtîgeha Tîpa L re sewq bike. Lê belê tevî ku bi ser vê yekê de çar meh derbas bûn jî soza hatî dayîn, nehate bicihanîn. Ji bo girtiyê bi navê Osman Beyazkaya hinceta ku ew girtiyê muebetê ye hate nîşandan û ji bo sê girtiyên jî hate îdîakirin ku ew li benda fermana Wezareta Edaletê ne. Di gel ku Wekîlê Serdozgerî soza xwe bi cih neaniye, hate terfîkirin jî. Bi heman awayî dozgerê girtîgehê jî di nava heman rojê de hate terfîkirin. Ez nizanim bê ka ev terfîkirina çi ye. Lê belê bi min ji ber ku rê li ber qetilkirina Gurkan Turkoglû vekirine, hatine terfîkirin. Ji ber ku li vir rewşeke ku jê terfî bibin tune ye. Berovajî wê erkê xwe bi xirabî bi cih anîne. Ger hem serdozgerî hem jî wekîlê serdozgerî di dema xwe de kiryara sewqkirinê bi cih bianiyana niha Gurkan Turkoglû sax bû.’’
HIŞYARIYA ‘NIKARIN ZÊDE XWE BIGIRIN’
Ferdî Sarikaya piştre anî ziman ku çar girtiyên siyasî yên sewqa wan nehate kirin bi awayekî kêfî li Girtîgeha Tîpa Bîran a Antalyayê tên ragirtin û got: ‘’Ji bo protestokirina vê bêhiqûqiyê di 18’ê Tebaxê de Huseyîn Ozarslan û Mehmet Akdemîr dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kirine. Ev her du hevalên me Huseyîn Ozarslan 66 salî ye û Mehmet Akdemîr jî 64 salî ye. Ozarslan û Akdemîr wê nikaribin demeke dirêj greva birçîbûnê bidomînin. Her duyan jî hin pirsgirêkên tenduristiyê hene. Her wiha ji temamkirina înfaza Huseyîn Ozarslan re 10 meh mane. Lê belê şert û mercên li girtîgeha tîpa bîran sebra ku 10 mehan jî îdare bike, nehiştine. Em naxwazin tu kes jiyana xwe ji dest bide. Grevên birçîbûn yên li girtîgehan zirarên mezin didin. Girtî seqet dibin. Ji ber vê yekê me bi sedan caran daxuyaniyên çapemeniyê dan û weke dayik û bavan em bi sedan caran hatin binçavkirin. Em naxwazin ew însan li girtîgehan bi êşkenceyan re rû bi rû bimînin. Armanca me ev e. Her wiha girtî li van girtîgehên sê qatî çavê rojê û însanan nabînin. Bi awayekî zindî hatine biaxkirin. Hemû mafên wan ên heya roja îroyîn hatine bidestxistin, dubare ji wan distînin. Ji ber ku şoreşger li dijî vê yekê ne, dibêjin ku yan mirin yan jî azadî bedenên xwe dixin greva birçîbûnê û vê teslîmiyetê qebûl nakin. Dewlet jî dibêje ku yan hûn ê li vê girtîgehê bimînin yan jî hûn ê weke Gurkan Turkoglû jiyana xwe ji dest bidin. Rêyeke din pêşkêş nake. Lê belê em vê ferzkirinê qebûl nakin. Daxwaza sewqkirinê, daxwazeke jirêzê ye û dikare were bicihanîn.’’
‘BILA SOZÊN HATINE DAYÎN WERIN GIRTIN, TAVILÊ WERIN SEWQKIRIN’
Ferdî Sarikaya di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku rayedar tiştekî jirêzê zehmet dikin û ev yek anîn ziman: ‘’Ger bixwazin dikarin di nava şevekê de bi dehan girtiyan ji bo girtîgehên cuda sewq bikin. Jixwe bi awayekî derqanûnî însanan rehîn digirin, bi ser de jî di nava tecrîdê de tecrîdeke din ferz dikin. Em naxwazin ewladên me li van girtîgehan jiyana xwe ji dest bidin. Bila tavilê daxwaza sewqkirinê ya jirêzê were bicihanîn û sozên hatine dayîn, werin girtin. Bila Wezareta Edaletê daxwaza sewqê bi cih bîne.’’

