Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku 2 xebatkarên wan ên li Efganistanê ji aliyê rêveberiya Talîban ve hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
2 xebatkarên Efgan ên ku li Mîsyona Alîkariyê ya Efganistanê ya NY’ê (UNAMA) wezîfe dimeşandin, 9’ê Tebaxê li bajarê Herat ê li rojavayê welêt ji aliyê rayedarên Talîban ve hatibûn binçavkirin.
Sekreterê Giştî yê NY’ê Stephane Dujarric ragihand ku her du xebatkarên wan roja pêncşemê hatine berdan û rewşa wan a tenduristiyê baş e.
Dujarric diyar kir ku hîna wan zelal nekiriye ka xebatkarên wan bi çi hincetê hatibûn binçavkirin.

