Li navçeya Gever a Colemêrgê ji bo gerîlayên di dem û cihên cuda de şehîd bûne, wê li salona Çayir a li taxa Gungor taziyeya 3 rojî were danîn. Taziye wê bi pêşengiya MEBYA-DER a Colemêrgê were danîn. Taziye wê 25’ê Tebaxê saet 09.00’an destpê bike. Di roja 3’yan a taziyeyê de wê merasîma bîranînê were lidarxistin.
Her wiha ji bo gerîlayê HPG’ê Serhat Ozdemîr (Kamuran Gever) ê di 31’ê Adara sala 2015’an de li qada Garê ya Başûrê Kurdistanê şehîd bû, li gundê Dêlezî yê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê taziye hate danîn. Xelk bi girseyî çû serdana taziyeyê.

