Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê îro bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Şirnexê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên di cih û dîrokên cuda de şehîd bûne, li ber avahiya DEM Partiyê taziye hat danîn. Li qada taziye hatiye danîn posterê Rêber Apo, wêneyên şehîdên Tevgera Azadiyê, pankartên ‘Şehîd namirin’, ‘Şehîd roniya me ne’, ‘Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin’ û ‘Şehîdên me rûmeta me ne’ hatin daliqandin.
Malbatên cangoriyên Azadiya Kurdistanê serê sibê ji bo qebûlkirina sersaxiyê bi wêneyên zarokên xwe cihê xwe di nav qada taziyeyê de girtin û gelê Botanê jî qefle bi qefle berê xwe dide qada taziyeyê. Bi hezaran welatiyên ku bi wêneyên cangoriyan berê xwe dane qada taziyeyê dirûşmên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bi can bi xwîn em bi te re ey Serok’ berz kirin
Taziyeya ku saet 09.00’an destpê kir dê heya 18.00’an berdewam bike. Taziye ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê îro hatiye danîn, dê 3 rojan berdewam bike û roja dawî wê ji bo şehîdan mewlid û merasîma bîranînê were lidarxistin.

