Li Geverê taziyeya ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne di roja 2’yemîn de berdewam dike.
Li navçeya Gever a Colemêrgê, taziyeya bi pêşengiya MEBYA-DER’ê hat danîn di roja duyemîn de berdewam dike. Bi hezaran kes ji bo taziyeyê ji çar aliyên bajêr ber bi qadê ve herikîn. Pankartek bi nivîsa “Şehîd qet namirin” li qadê hate daliqandin, digel posterên Rêber Apo, posterê fermandarê nemir ê PKK’ê Mahsum Korkmaz (Egîd) û ala KCK’ê hatin daliqandin.
Nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk ên li bajêr û welatiyên ji çar aliyên Colemêrgê û bajarên derdorê beşdarî taziyeyê bûn.
Taziye bi xwendina duayan û sersaxiya beşdaran dewam dike.

