Li taxa Mordane ya Helebceyê, 2 kesên ku dest dan guleya topê ji ber teqînê jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyan, kesên jiyana xwe ji dest dan Serhend Kebîr û Tiryan Newzad Marfe ne ku di temenê 40 salî de bûn.
Polîsên Helebceyê ragihandin ku dest bi lêkolînê kirine.

