Serokê Îstîxbarata Leşkerî ya Ûkraynayê Oleh Ivaşçenko anî ziman ku eger Rûsya şerê li Ûkraynayê bi leza heyî dewam bike, heta sala 2028’an dbe ku çavkaniyên wê yên aborî û leşkerî bi rengekî cidî biqede.
Ivaşçenko ji rojnameya The Times re axivî û diyar kir ku Rûsya ji bo sala pêş xwedî çavkaniyeke têrker a aborî û leşkerî ye, lê belê tempoya windahî û lêçûnan eger bi vî rengî dewam bike, kapasîteya xwe dibe ku di sala 2028’an de bigihêje asteke krîtîk.
Şefê îstîxbarata Ûkraynayê beriya niha jî daxuyanî dabû Ukrinformê û anîbû ziman ku aboriya Rûsyayê li gorî dema beriya şer di asteke girîng de lawaz bûye, lê belê dibe ku xwedî wan çavkaniyan be ku şer salên 2027 û 2028’an jî dewam bike. Valahiya hêza kar, valahiya budçeyê û nebaşiya li nava sîstema bankavaniyê weke pirsgirêkên sereke yên aboriya Rûs hatibû nîşandan.
Ivaşçenko anî ziman ku Rûsya rojane nêzî 1.000, 1.200 leşkerên nû kom dike, lê belê windahiya li eniyê carna vê hejmarê derbas dike.
Li gorî nirxandinên îstîxbarata Rojavayî jî Rûsya mehê derdora 6 hezar leşkerî winda dike û bi wergirtina leşkerên nû nikare şûna vê dagire. Saziya lêkolînên serbixwer CSIS texmîn dike ku ji destpêka şer û vir ve Rûsyayê nêzî 1,4 milyon windahiyên leşkerî daye.
Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin diyar kir ku di rewşa heyî de seferberiyeke nû ya giştî plan nake.
Nirxandina Ivaşçenko bi giranî li ser pirsgirêkên Rûsyayê jî be, eşkere ye ku şer bi Ûkraynayê jî gelekî daye windakirin.

