Şemî, 12 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Deklerasyona ‘1001 Îmze ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê’ hate ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Kenan Bîlgîn hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zexta li ser girtiyên jin û cezayên wan giran dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê tên bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ahmet Polad hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heta ku civak nebe kirde û demokrasiya herêmî pêş nekeve çareserî ne pêkan e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bîranînên li Şirnexê: Em ê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo zimanê dayikê bang li gelê Kurd kir: Piştgiriyê bidin têkoşîna Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê li pey şopa şehîdên xwe bimeşin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li navçeyên Amedê bîranînên girseyî: Şehîd namirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Têkoşîn Amed li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 24 şehîdan li Mexmûrê konê sersaxiyê hate vedan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Doza Rojda Yakişikli destpê dike: Gef hate xwarin, nehate parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Însiyetîfa Gel a Rojava êrîşên provokatîf şermezar kir
Rojava

Însiyetîfa Gel a Rojava êrîşên provokatîf şermezar kir

Însiyetîfa Gel a Rojava îşaret pê kir ku entegresyona demokratîk nayê wateya gel dev ji nasnama xwe ya neteweyî, zayend û bawerî berde. Însiyatîfê der barê bûyerên ku di van rojên dawîn de pêş ketine ev banga hesabpirsînê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Îlon 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Însiyetîfa Gel a Rojava li ser bûyerên ku di demên dawîn de li herêmê rû dane, ji xwepêşandanên gel ên ji bo zimanê Kurdî, şehîdxistina şervanê Tûgeya Hesekê Sîpan Hizî, her wiha bûyerên ku li Kobanê rû dane daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Ev demeke li parêzgeha Hesekê û Kobanê kiryarên xirab li hemberî gelê me tên kirin. Ji lîwaya Qamişlo 3 şervan hatin şehîdxistin, li taxa kelasê ya Hesekê nêzî cihê Asayîşê ciwanekî ji Dirbêsiyê hat şehîdxistin. Herî dawî li Hesekê şervanê bi navê Sîpan Hiznî hatî revandin û bi îşkencê hate şehîdxistin. Her wiha dema çalakiyên gel ên li dijî şihadeta şehîd Sîpan dihatin kirin jî, hêzek mezin a ewlekariya giştî ya hikumeta demkî, girtin ser barjarê Kobanê û bi zora hêzê ketin nava bajêr. Dema wan hêzan xwestine girtiyên di bin berpirsiyariya hêzên Asayîşê de ne, bigirin û  bibin Helebê, girtî dengê wan dibhîsin û xwesteka wan protesto dikin, agir bi hepsê dixin. Di encama şewatê de 9 girtî şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn. Her wiha di dema belavbûna hêzên ewlekariyê di nava bajêr de 17 kes ji şeniyên Kobanî girtin û revandin. Hîna jî aqûbeta wan ne diyar e. Em bi navê Însiyetîfa Gel a Rojava, van êrişên proveketîf bi tundî şermezar dikin. Ji malbatên şehîdan û gelê xwe re sersaxî û ji birîndaran re şîfaya acil dixwezin. Em dixwezin rojek ji berî ya din ev bûyer werin lêpirsînkirin û kesên ku destên wan di van bûyeran de hene bên darizandin, hemû girtî  tavilê bên berdan. Karên  bi navê hêzên ewlekariya giştî (Emin El Am) li hemberî gelê me li Kobanê hatî kirin, nêzîkatiyek dijminane ye û divê tavilê ji gel lêborîna xwe bixwezin. 

Gelê me û dostên xwe ên li ser vê axê bi hev din re dijîn, Kurd, Suryan, Ereb û hemû gelên herêmê bi sebir û hişiyarek mezin nêzî vê pêvajoyê dibin, pratîkkirina peymana 29’ê Çileyê dişopînin û ji bo rê li ber proveksyon û şerekî navxweyî bê girtin, fedakariyek mezin dikin. Em vê hişiyarî û fedakariya gelê xwe  pir bi wate û nirx dibînin û silav dikin. Gelê me gelê Rêber Apo ye, gelekî zana û polîtîk e. Pêşketinên rû didin rast dixwîne û li gorî wê sekna xwe ya polîtîk raber dike.

QONAXA HEYÎ QONAXA TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ Û ZAGONÎ YE

Ji dema li hevkirina li ser peyman 29‘ê Çileyê ve, Rojava û Sûriyeyê ketî qonaxek nû. Li ser bingeha pratîkkirina peymanê kar tê kirin. Gelê me di wê zanebunê de ye ku têkoşîna me ya piştî wê peymanê ketî qonaxa stratijya siyaseta demokratîk û taktîka têkoşîna hiqûqî û zagonî. Ji lew ra gelê me hemû êşên şehîd û dîlgirtiyên xwe bi awayekî demokratîk anîn ziman û daxazên xwe di çarçoveya zagonî de kirine. Ji ber gelê me ji armanca xwe ya jiyana azad, wekhev û neteweya demokratîk gav paş de nedaye,  pir baş dizane ku jiyana azad û sosyalîst di aştiya civakî re derbas dibe. Ji her demê bêtir gelê me  di mijara azadî û demokrasiyê de bi îsrar e.

ZIMANÊ DAYÎKÊ BI QASÎ ŞÎRÊ DAYÎKÊ REWA YE

Lê belê li aliyekî hêzên derve û li aliyekî din jî hêzên hundirîn naxwezin li Sûriyeyê aramî û lihevhatin çêbibin. Sûriyeyek aram û demokratîk, ne li gorî berjewendiya wan hêza ne. Dixwezin li Sûriyeyê her dem şer û alozî hebin da ku bi hundirê xwe ve mijûl bibin û nokaribin xwe li hemberî derve biparêzin. Ev hêz xala lawaz a Sûriyeyê baş dizanin. Li ser nakokiya olî, etnîkî û mezhebî dilîzin. Her dixwezin pirrengiya gelan û baweriyan bi amûra dewleta navendî û artêşa navendî, homojen bikin. Lê belê ji ber xwezaya civakan homjenî napejirînê, bertekên rewa yên civakê derdikevin holê. Gelê me lihevkirinek adil û demokratîk dixweze. Li gorî peymanê mafê xweseriya herêmên Kurdan, zimanê dayîkê û beşdariya li ser esasê makazagona demokratîk ya gelê me heye. Lê belê di pratîkê de hemû mafên gelê me tên redkirin. Beşdariya jinan a nava makanîzmayên biryarê, xwandina bi zimanê kurdî, xweparastina di çarçoveya herêmên xwe de û beşdariya nava makanîzmayên dewletê, ji bo gelê me rewa nayên dîtin û tên redkirin. Gelê me jî li hemberî van redkirin û tunehesibandina vîna wan ev demeke çalakiyên demokratîk dike. Xwesteka gelê me ya zimanê dayîkê bi qasî şîrê dayîkê rewa ye. Divê hikumeta demkî rê ji demokrasiya herêmî re veke. Pirrengiya civaka Sûriyeyê weke dewlemedî bibîne û hêzê jê bigire. Hikumeta demkî vê yekê nake, li şûna wê daxwazên Kurdan tên kirîmînalîzekirin. Her dem  nerazîbûna eşîrên Ereb weke hincet tên raberkirin, bi vê yekê gefa şer dixwe. Gelê me tu car bawer nake ku eşîrên Ereb werin vê lîstokê. Ji ber bi hezarê salan e gelê Kurd û gelên herêmê bi hev re dijîn weke gel bi hev vre şer nekirine. Ev e 15 salên şoreşê jî tevî hemû hewildan û fiteyên hatin kirin jî,  gelên herêmê bi saya fikra neteweya demokratîk bi hev re dijî û hev du nekuştin.  Di vê pêvajoya dawîn de  dixwezin Kurdan  li derveyî makazagona dewletê bihêlin û ji dewletê qut bikin.  Ev bibe sedem ku Kurd û Ereb bikevin nava şerekî etnîkî. Ev yek ne li gorî berjewendiya gelên Sûriyeyê ye, lê dikeve xizmeta hêzên xêrnexwez ên gelên Sûriyeyê.

EŞÎRÊN EREB ÊN ESÎL NAYÊN LÎSTOKÊ 

Ev e demeke li çend ciha  bi navê eşîrên Ereb  şervan û ciwanên me tên şehîdxistin. Bi van kiryaran dixwezin him rojeva têkoşîna gelê me berevajî bikin û wê ji armanca wê bi dûr bixin,  him jî eşîrên Ereb di bin tohmetê de bihêlin. Em bawer dikin eşîrên Ereb ên esîl nayên vê lîstokê. Keda me bi her da û xwîna me bi hevdu re rijand, esasê welat xurt bike.

Herî dawîn şêwaz û armanca îşkencekirin û şehîdxistina endamê Lîwaya Hesekê Şehîd Sîpan  pir bi zanebun hatî hilbijaritin. Şehîd Sîpan ji malbetek welatparêz e. Du birayên wî di têkoşîna azadiya gelê Kurd de şehîd bûn. Revandin û êşkencekirina wî, her wiha parvekirina  dîmenên wî li ser torên mediya civakî bi zanebûn e. Wer hatî kirin ku Kurdan tehrîk bikin û bînin hemberî eşîrên Ereb. Evên bi navê dewletê her carê êrişî gelê me dikin, berjewendî û yekparebûna Sûriyeyê naxwezin. Ji ber yekparebûna axa Sûriyeyê di makazagona demokratîk ku tê de cihê hemû netewe, ziman û baweriyan heye re derbas dibe. Ên bi vê awayî bi ser Kurdan de tên, dixwezin Kurd rêyên cuda hilbijêrin. Kurd vê yekê nakin, gelekî bi zanebun tercîha xwe dike. Kurdan tercîha xwe bi entgresyoan demokratî ve kirî.  Gelê me dixweze di çarçoveya entegresyona demokratîk de beşdarî nava zagona dewletê bibe û têkoşîna xwe di çarçoveyva zagonan de bimeşîne. Entegresyona demokratîk nayê wateya, gelê me dev ji nasnama xwe ya neteweyî, nasnmeya zayend û ya bawerî berde. Ji ber ev hersê nasname ayîdî civakê ne, kes nikare bide wan û ji wan bistîne. Dîsa dema gelê me entegresyona demokratîk qebûl dike, nayê wê wateyê ku dev ji zimanê xwe berde û li şehîdên xwe xwedî dernekeve. Divê her kes ji xwestekên gelê me re rêzê bigre.

DIVÊ ENCAMÊN LÊPIRSÎNÊ JI GEL RE WERIN AŞKERAKIRIN

Divê gelê me dev ji çalakiyên xwe ên demokratîk ji bo zimanê xwe û xwedî derketina li şehîdên xwe bernede. Lê dema em vê dikin, pêwîste neyên tehrîka ti kesî, bi sebir û zanebûn çalakiyên xwe ên demokratîk bikin. Şehadeta şehîd Sîpan û şehîdên me ên din, mijarên şexsî û malbatî nîn in. Raste rast li hemberî gelê me hatî kirin. Dema em biryarekê didin em ê bi berpirsiyarî û li gorî berjewendiyên gelê xwe didin.   Encamên îro li Kobanê derketine holê encamên bi êş in. Divê him şehadeta Sîpan û him jî êrişa li ser Kobanê û şewata hepsê rast bê famkirin. Encamên rast jê bên derxistin. Pêwîste komîsyonek bê alî were avakirin û lêpirsîna vê êrişê bê kirin. Encamên lêpirsînê ji gelê me re were eşkerekirin û sûcdar bên darizandin. Ji bo mafên rewa em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Mazlûm Ebdî serdana birîndaran kir
Nûçeya Pişt re Cenazeyên şehîdên girtîgeha Kobanê wê sibe werin veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gulistan Îbrahîm: Pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî’ di cîhanê de deng vedaye

Endama Însiyatîfa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ Gulistan Îbrahîm diyar kir ku pêngava ‘Ji Abdullah…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Meclîsê têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar dewam dike

Emîne Şenyaşar ku hevser û kurên wê hatin qetilkirin, têkoşîna xwe ya ji bo edaletê…

Ji aliyê Stêrk TV

Hişkesalî li Ewropa û Deryaya Spî rekor şikand

Li gorî daneyên Çavdêriya Hişkesaliyê ya Ewropayê (EDO), di rojên ewil ên Tebaxê de hişkesalî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

MSD: Bila qetilkirina Sîpan û şewata girtîgehê were lêkolînkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê şehîd Sîpan bi girseyî hat veşartin: ‘Sîpan sembola mirovahî û azadiyê bû’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyên şehîdên girtîgeha Kobanê wê sibe werin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV

Mazlûm Ebdî serdana birîndaran kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?