Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Welîda Botî axivî. Welîda sersaxî ji malbata şehîd Sîpan re xwest û banga parastina destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatin bidestxistin kir.
Hevserokê PYD‘ê Xerîb Hiso jî qetilkirina Sîpan û bûyerên li Kobanê bi kiryarekî hovane û dûrî mirovahiyê bi nav kir.
Xerîb Hiso anî ziman ku şehîd Sîpan sembola mirovahî û azadiya gelan bû, ji bo parastina gelan û mirovahiyê bi tevahî pêkhate, netewe, olî û baweriyan şerê DAIŞ‘ê kir û di dawiyê de bi awayekî hovane hat şehîdxistin.
Hiso di dewama axaftina xwe destnîşan kir ku şehîdxistina Sîpan ne mijareke eşîrtî an takekesî ye, lê di çarçoveya siyaset û kiryarên derve de hat kirin ku şikandina vîna gelên herêmê dikir hedef. Her wiha îşaret pê kir ku Kurd û Ereb bi hev re jiyan û bi hev re Sûriyeyê parastin û şehîd dan.
Xerîb Hiso bûyerên li Kobanê rû dan jî bi “Xeternak” bi nav kir û diyar kir ku hikumeta veguhêz berpirsê şewata girtîgeha Kobanê ye ku di encamê de şehîd û birîndar çêbûn. Her wiha da zanîn ku şewat piştî ku hêzên ewlehiya giştî berpirsyariya parastina girtîgeha Kobanê girte ser xwe çêbû.
Hevserokê PYD‘ê Xerîb Hiso bang li gelên herêmê kir ku li hemberî siyasetên xedir û xiyanetê bisekinin.

