Çarşem, 28 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çalakiya Roboskî di meha 178’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîga Mafên Mirovan a Arjantînê ji bo Rêber Apo nameyek ji FIDH’ê re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êriş birin ser karkerên madenê ku dimeşiyan Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nazan Ustundag: Entegrasyona demokratîk nayê wateya yekbûna bi dewletê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 sal û 1 meh ceza dane derhênerê Îranî Cafer Penahî 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 ciwanên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Şoreş Qelat bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê statuya Rêber Apo fermî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK: Em bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re sosyalîzma civaka demokratîk ava bikin
Jin

KJK: Em bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re sosyalîzma civaka demokratîk ava bikin

KJK'ê di salvegera şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' de got, "Eger em bidin ser şopa jinên berxwedêr, hingî em ê karibin bi rêxistinî li dijî sîstema kujer têbikoşin. Ji ber ku jineke bê rêxistin û bê komîn di nava sîstema kujer de bêparastin dimîne."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Îlon 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera çaremîn a şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rejîma Îranê ji ber polîtîkayên xwe yên zordar nikare bersivê bide çareseriya pirsgirêkên gel û hate destnîşankirin ku heta Îran demokratîk nebe wê nikaribe ji nava krîzan rizgar bibe.

KJK’ê diyar ki ku di sedsala 21’ê de guherînên bi lez diqewimin û got, “Di salvegera çaremîn a şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de, di şexsê Şilêr Resûlî û Jîna Amînî de em hemû şehîdên şoreşê bi hurmet û minet bi bîr tînin ku li kolanên Îran-Rojhilat di protestoyên komkujiyê de hatin qetilkirin û hatin darvekirin. Her wiha di salvegera 4’emîn a qetilkirina Jîna Amînî de em Nîlûfer Mucawîr bi bîr tînin ku ji aliyê hêzên Îranê ve bi êşkenceya hovane hate qetilkirin û soz didin ku em ê bêdeng nemînin, bi têkoşîn û rêxistinbûnê em ê hesab ji kujeran bipirsin. Tundiya rêxistinbûyî û bi rêk û pêk a li dijî jinan di şexsê Nîlûfer Mucawîr de xwe careke din nîşan da. Li dijî vê sîstema kujerê kastî û rêxistinbûyî, israra li ser jiyana azad û bi wate ji bo me jinan yekane rêya çareseriyê ye.

Di sedsala 21’ê de guherînên gelekî bi lez rû dan û hîn jî rû didin. Pêvajoya jinûve vejînê ya Kurdan a bi pêşengiya Rêber Apo ne tenê li Tirkiye-Bakurê Kurdistanê di heman demê de li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê jî bandor û dengvedaneke mezin kir. Li ser bingeha demokratîkbûna bi çar dewletên li herêmê re projeya entegrasyona demokratîk xist rojeva raya giştî ya cîhanê. Li ser vê bingehê, Rojhilat-Îran ji ber şerê ku dem bi dem dewam dike, yek ji wan qadan e ku divê teqez demokratîk bibe. Ji ber ku rejîma Îranê ay zordar nikare ji pirsgirêkên gelê Îranê re bibe bersiv û çareserî. Lewma heta ku Îran demokratîk nebe ne çareseriyek dikare pêk were ne jî dikare ji krîza giran rizgar bibe. Eger gelên Îranê li ser bingeha pêvajoya ku 13’ê Îlona 2022’an bi qetilkirina Jîna Amînî ya bi hinceta nixumandinê destpê kir û xwe spart felsefeya Jin, Jiyan, Azadî di salvegera 4’emîn a serhildanê de ji bo alternatîfeke Îranê ya demokratîk têbikoşin, bêguman wê Îran karibe demokratîk bibe.”

HEM JI BER ŞER HEM JÎ JI BER ÊRIŞÊN REJÎMÊ BÊHN LI JINÊN ÎRANÎ TÊ ÇIKANDIN

Di daxuyaniyê de gotin, li gel ku şerê Îran-Îsraîl-DYE bi şêweyên cuda dewam dike jî rejîma Îranê êrişkarî, girtin û darvekirinên li dijî gel dewam dike. Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir, “Hem ji ber şerê giran ê navberar Îran-Îsraîl-DYE’yê hem jî ji ber êrişên rejîmê bi taybetî bêhn li jinên Îranê tê çikandin. Rewşeke nebaş a ji mirinê xerabtir li jinan bi taybetî jî li jinên Kurd tê ferzkirin. Lewma meseleyeke jiyanî ye ku li vê rewşê bê pirsîn. Lêgerîn û lêpirsîn mirovan ber bi bersivên rast ve dibe. Pêşengiya jinan a ji protestoyên li Îranê bi lêpirsîna li vê sîstemê destpê kir. Li Îranê koletî li gelên Kurd, Azerî, Belûc, Fars û li jinan dihate ferzkirin. Di şexsê Jîna Amînî de jinên Îranî ev ferzkirin qebûl nekirin û dest bi lêgerîna li jiyana azad kirin. Ev lêgerîn bi felsefeya Rêber Apo û bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî gihîşt asta herî bilind ku bingeha têkoşîna zêdeyî 30 salî ya Tevgera Jinên Kurd bû. Careke din eşkere bû ku lêgerîn û lêpirsîn, têkoşîna azadî û wekheviyê bi pêşengiya jinan bi encam dibe.

Jiyaneke bê wate û dûrî pêşengiya jinê nikare mayinde û domdar be. Di heman demê de jiyanek dûrî azadiyê nikare bê jiyîn. Her ku gel bi pêşengiya jinê daket qadan, mêr ên ku ji vê rejîmê û sîstemê aciz in dan ser şopa jinên berxwedêr û daketin qadan. Ev rastiya mêr jî nîşan dide ku li Îranê li ser bingeha demokratîkbûnê wê guherîn pêk werin. Ya rast mêr ne tenê li hemberî zextên li dijî jinê, di heman demê de li dijî zextên li hemberî xwe daketin qadan û tevlî serhildana Jin, Jiyan, Azadî bûn. Li aliyekî rastiya mêr a hişk û serwerr, li aliyê din jî rastiya mêr ê ku dixwaze bi rengekî azad û wekhev bijî, di serhildana şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de şênber bû. Berxwedaan Jîna Amînî, Şilêr Resûlî û Nîlûfer Mucawîr, jin û ciwanê ku di şexsê jinên berxwedêr de li bajarên Îran-Rojhilat hatin qetilkirin, nîşanî me didin ku felsefeya Jin, Jiyan, Azadî çawa dewam bike û bê parastin. Di heman demê de berxwedan û sekna ku bi pêşengiya Zeynep Celaliyan, Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî de li girtîgehên rejîma Îranê tê nîşandan, radixe pêş çavan ku têkoşîna şoreşa Jin, Jiyan, Azadî wê bê navber dewam bike.

Eger em bidin ser şopa jinên berxwedêr, em ê karibin li dijî sîstema kujer bi rêxistinbûyî têbikoşin. Ji ber ku jineke bê komîn û bê rêxistin di nava sîstema kujerê jinan de bê parastin dimîne. Ji bo em karibin xwe biparêzin di salvegera 4’emîn a serhildana Jin, Jiyan, Azadî de divê em xwe hîn zane bikin, têkoşîna xwe mezin û xurtir bikin. Rêber Apo gelê Kurd ji ser maseya kuştinê derbasî ser maseya çareseriyê kir. Bi taybetî jinên Kurd, Fars, Belûc û Azerîd divê di nava piştevanî û yekîtiyê de komînên xwe, rêxistinî û akademiyên xwe, qadên xwe yên perwerde, zanebûn û parvekirinê biafirînin û bi pêş ve bibin. Jin her ku parve dike mezin dibe û digihêje hemû jinan. Ji ber vê jî jin hemû xwedî li şoreşa Jin, Jiyan, Azadî derketin. Ji ber ku çanda destavêtinê li her devera cîhanê li dijî jinan û civakê bi heman şêweyî tê meşandin.

Ev çanda destavêtinê bi rêxistinî mezin dibe; sîstema kujer jî ji pêşengiya jinan û rêxistiniya wan ditirse. Lê belê her ku êriş zêde dibin bêguman piştevanî, yekîtî û parvekirina jinan jî zêde dibe. Di salvegera 4’emîn a şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de em hêvî dikin ku jin ne bi tabloyên bîlanço yên kuştinê, lê belê bi komîn, akademî û qadên hînbûna azadiyê ya jinan bikevin rojeva raya giştî ya cîhanê. Di salvegera 4’emîn a qetilkirina Jîna Amînî de divê her kes bi taybetî jî jin dakevin qadan û nerazîbûna xwe nîşan bidin. Li ser vê bingehê em di wê baweriyê de ne ku jin, ciwan û gelên me wê têkoşîna azadiya jinê veguherînin têkoşîna avakirina jiyaneke hevpar û demokratîk.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parêzgarê Hesekê bi rûspiyên herêmê re hevdîtin kir
Nûçeya Pişt re Li Şîlî’yê di protestoyên ‘Dîktatoriya Pinochet’ de 284 kes hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (235)

Bizûtnewey Kurd le Turkiya (6) Qazî: Belam le rûy nerîtîyewe ferhengêk be ser ferhengêkî dîke da…

Ji aliyê Hesen QAZÎ

5 sal ceza li polîsê ku Şerzan Kûrt qetil kir hat birîn

Dadgehê di doza Şerzan Kûrt ê ku di encama gulebarana polîsan de jiyana xwe ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Gursel Tekîn wekî qeyûm wê erkê xwe bidomîne

Ji bo Serokê CHP’ê yê Stenbolê Ozgür Çelik ku bi biryara dadgehê qeyûm li şûna…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

‘Ji ber guherîna avhewayê divê rewşa lezgîn a tenduristiya kûreyî were îlankirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Yekîtiya Xwendekaran: Em ti carî qebûl nakin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Bolsonaro yê di hilbijartinê de winda kir ji Brezîlyayê reviya

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?