Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Tê payin ku endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol piştî serdana li Girava Îmraliyê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.
Zubeyîr Aydar anî ziman ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbasî qonaxeke nû bûye û got, gava destpêkê vekirina deriyên Îmraliyê û afirandina wan mercan e ku Rêber Apo karibe pêvajoyê bi rengekî azad bimeşîne.
Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a li Ewropayê diyar kir ku Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî dengê bexwedana jinan a li çar aliyên cîhanê ye û got, “Serhildana Jin, Jiyan, Azadî dewama têkoşîna dîrokî ya jinên Kurd e.”
Di civîna gel de wê pêvajoya aştî û civaka demokratîk bê nirxandin ku wê di 15’ê Îlonê de li Berlînê bê lidarxistin û endamê Sekreterya Îmraliyê Veysî Aktaş wê weke axaftvan beşdar bibe.
Hevserokê Şaxê Hejmara 2’emîn a Amedê ya Egîtîm-Senê Serhat Kiliç anî ziman ku daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ne tenê daxwazeke zimanî û çandî ye, di heman demê de m afekî perwerdeyê yê zarokan û ji aliyê pêşketina pedagojîk ve pêwîstiyeke bingehîn e.

