Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çû serdana konê sersaxiyê yê Şehîd Sîpan Hiznî yê li gundê Micerci ya rojavayê bajarê Hesekê hatiye vedan.
Gazî ji aliyê malbata şehîd Sîpan û xelkê Hesekê ve hatin pêşwazîkirin. Piştî rêzgirtina ji bo şehîdan li ser navê gaziyan Egîd Efrîn axivî.
Egîd di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got, “Em sersaxiyê ji gelê xwe û Rêbertiyê re jî dixwazin. Em êşa malbatê parve dikin. Dema em tevlî têkoşînê dibin em dizanin şehadet heye. Ev di hişê her şervanekî de heye. Lê qetilkirineke bi awayekî hovane û nemerdî êşa mirov mezin dike. Her şehîdek peyamekê dide me. Rêyekê nîşanî me dike.”
Gazî Egîd Efrîn destnîşan kir ku ev êşa bi şehadeta Sîpan Heznî derket holê divê bibe wesîleya mezinkirina têkoşînê, berxwedanê, dilsozî û xwedîderketina li şehîdan û got, “Soza me daye şehîdan em ê bi serketinê tacîdar bikin.”

