Ji bo gerîlayê HPG’ê Zana (Hadî Bûlût) ê ku hat ragihandin ku di sala 1998’an de li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê di şerekî de şehîd bûye, li bajarê wî li navçeya Qoser a Mêrdînê sersaxî hat danîn.
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî, Çand, Hevgirtin û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine re (MEBYA-DER) bi girseyî serdana sersaxiya ku li Mala Şînê ya Hacî Abdulkadîr û Şemsê Dundar a li taxa Şahkulubeyê hatibû danîn, hat kirin.
Tevî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk gelek kes beşdarî sersaxiyê bûn û sersaxî ji malbata şehîd Zana re xwestin. Serdan piştî xwendina duayan bi dawî bû.

