Nasnameyên gerîlayên ku beriya niha ji ber şert û mercên şerî şehîd bûne, ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdistanê ve ji raya giştî re hatin eşkerekirin. Piştî eşkerekirina nasnameyên şehîdan li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê konên sersaxiyê hatin vedan û merasîmên bibîranînê hatin lidarxistin. Hevserokê MEBYA-DER’ê Îlhamî Kûrt ê di vê serdemê de li Stenbolê şehadet ji malbatan re ragihandin, têkildarî tiştên li gel malbatan rû dane û nirxandinên xwe yên piştî ji niha û pê ve ji ajansa me re axivî.
‘LI STENBOLÊ ZÊDETIRÎ 100 ŞEHADET HATIN EŞKEREKIRIN’
Îlhamî Kûrt di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku zêdetirî 100 şehadet hain eşkerekirin û got: ‘’Ez ji hemû gelê me û malbatên hevalan re sersaxiyê dixwazim. Li Stenbolê di destpêkê de ji bo herêma 1’emîn û 3’yemîn pişte re jî ji bo herêma 2’yemîn daxuyanî hatin dayîn. Zêdetirî 100 şehadet hatin eşkerekirin. Li gel hemû saziyên xwe me seredana malbatan kir û li gel malbatên şehîdan têkilî hate danîn. Ji ber ku pêvajoyê di çapemeniyê de cih girt em jî li rex malbatên xwe sekinîn.’’
Îlhamî Kûrt piştre got ku malbatan ji destpêka pêvajoyê ve ji bo ku ji zarokên xwe agahdar bibin bi taybetî serî li MEBYA-DER’ê dan û ev yek anîn ziman:
‘’Ev nêzîkî mehekê ye pêvajoya merasîmên sersaxiyê berdewam dike. Malbat li gel destpêkirina pêvajoya aşitî/çareseriyê ve bi rêya partî, MEBYA-DER, saziyên din û parêzerên xwe ji boku ji zarokên xwe agahiyekê bistînin yan jî gora wan bibînin serlêdanan dikin. Malbateke ku berê xwe da me jî diyar kir ku ew dixwaze deng, wêne û agahiyeke têkildarî zarokê xwe bidtînin. Roja din li ser çapemeniyê şehadeta hevalê berbehs hate eşkerekirin û em ji ber parvekirina vê yekê ya li gel malbatê gelekî êşiyan. Malbat xemgîn in û şîna xwe digirin; lê belê nîşan dan ku rêya hatiye meşandin rast e û li pişt şehadetan sekinîn.’’
‘MALBATÊN JI BAWERIYÊN CUDA DI SERSAXIYAN DE BÛN HEVRÊ’
Îlhamî Kûrt di dewama axaftina xwe de diyar kir ku malbat xwedî li merasîmên sersaxiyê yên hevpar derketine û got: ‘’Ji ber ku ji malbatên ji bajarên cuda û baweriyên cuda yên weke Elewî û Sunî yên xwediyê çandên cuda hebûn di destpêkê de me got ku em ê bi zehmetiyan re rû bi rû bimînin. Lê belêmalbat di bin heman banî de hatin ba hev û biryareke hevpar dan. Li heman cihî ji bo hevalên Elewî û Sunî konên sersaxiyê hatin vedan û malbat bêyî ku li ferq û cudahiyê binêrin bûn rêheval. Hemû sazî û partiyên sosyalîst li dora maseya heman sersaxiyê hatin li ba hev. Ev yek destkeftiyeke mezin ku nîşan dide birêxistin pêk hatiye.’’
‘MALBATÊN KU DAXWAZA CENAZEYÊN ZAROKÊN XWE DIKIN DIKARAIN SERÎ LI MEBYA-DER’Ê BIDIN’
Îlhamî Kûrt di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya ku wê piştî merasîmên sersaxiyê were meşandin, diyar kir ku malbat wê di pêvajoya bê de bixwazin gorên zarokên xwe bibînin û ew ê ji bo vê yekê xebatan bi rê ve bibin û ev yek anîn ziman:
‘’Her çend merasîmên sersaxiyê bidawî bûne û malbat vegeriyane malên xwe jî ev yek ne dawiyek e, destpêkeke nû ye. Hemû malbatên şehîdan di nava bendewariyekê de ne û dixwazin gorên zarokên xwe bibînin. Pêvajoya ji niha û pê ve wê bibe binavkirina kêlên goran, berhevkirina daneyên hatine bidestxistin û parvekirina wan a li gel malbatan be. Malbat wê li cihê xwe bi awayekî pasîf nesekinin; wê zêdetir bibin yek û ji bo peydakirina cenaze û gora zarokên xwe hewlekê nîşan bidin.
Malbat wê serî li me, partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl bidin. Di vê pêvajoyê de cihê rast û navendî yê serlêdanê MEBYA-DER e. Wê li ser MEBYA-DER’ê serlêdan werin kirin, bi rêya parêzeran testên DNA’yên werin daxwazkirin û ji bo şehadetên li cihên cuda yên weke Rojava xebatên hiqûqî werin birêvebirin.’’

