-Li pey banga Rêber Apo ya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk, geşedanên ku diqewimin dê werin şopandin.
-Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci diyar kir ku demokratîkbûyîn bingeha Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk e û got ku pêşketina pêvajoyê bi awayekî rasterast girêdayî şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
– Pispora ewlehiya kar Denîz Îpek got: “Heta ku xebitîna zarokan ji bo malbatekê nebe mercê debarê, zemîna aborî ya xebitandina zarokan nayê rawestandin û ji holê ranabe.”
-Ertugrul Kurkçu diyar kir bi dawîbûna şerê çekdarî yê di pirsgirêka Kurd de deriyê serdemeke nû vekiriye. Kurkçu destnîşan kir ku dewletê hêj ji bo veguherîna siyasî îradeyeke gîrêker nîşan nedaye û got ku pêvajoya ji niha û pê ve wê bi daxwaz û têkoşîna siyasî ya Tevgera Kurd teşe bigire.
-Li ser rewşa girtiyê nexweş Necdet Koç ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên xetereya jiyanê çêdikin nikare hewcedariyên xwe yên rojane bi cih bîne û di vê pêvajoyê de 65 kîlo winda kirine, rapora “Dikare di girtîgehê de bimîne” hat amadekirin.
-Wasiyeta Armanc ji nifşên nû re: Serî li ber kesî netewînin. Ji bo azadiya xwe têbikoşin û siberojên bedew ji nifşên piştî xwe re ava bikin. Dema ku ev kir li ser lingên xwe bisekinin û bi lingên xwe bi rengekî azad bimeşin.
– Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên windayan û girtiyan wê bên şopandin.

