Sêşem, 3 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bayindir: Malbatên şehîdan bingeha vê têkoşînê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alî Paksoy piştî 30 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata ku piştî hevgirtina DNA’yê 8 sal şûnde çû goristanê, rastî 3 cenazeyan hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heta ku Rêberê me azad nebe, pêvajo nagihêje armanca xwe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulazer Akin piştî 30 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê daxwaza dîtina Rêber Apo ji Wezaretê re ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YNK wê beşdarî civîna Parlamentoya Kurdistanê nebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gabarê êrişa li ser şehîdgehê: Kêl hatin şikandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê nerazîbûna li dijî budçeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê kuştina rojnamevanan bi rengekî serbixwe nayê lêpirsîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şînoyê 3 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê gorek hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Parêzer Zîlan Esen: Li dijî kuştina jinan veguherîna civakî şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê jin wê ji 19’ê Mijdarê û pê ve heta dawiya salê ‘bêpere’ bixebitin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Dayikên Aştiyê ya li Enqereyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Em ê civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Odabaş: Bi bilindkirina dengê jinan em dikarin tevkariyê li aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan bi dawî bû: ‘Em ê bi hev re aştiyê ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê turnuvaya santrancê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li sê bajaran bang: Girtiyên nexweş serbest berdin
Rojane

Li sê bajaran bang: Girtiyên nexweş serbest berdin

Parêzvanên mafên mirovan ku li Enqere, Îzmîr û Stenbolê hatin cem hev, bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş ên giran Îzzethan Aykût, Mehmet Elçe û Mehmet Huseyîn Maral û banga serbestberdana girtiyên nexweş kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Îlon 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li Enqere, Îzmîr û Stenbolê parêzvanên mafên mirovan û xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş daxuyanî dan.

ENQERE

Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 628’emîn a çalakiya xwe de têkildarî rewşa girtiyê nexweş Îzzethan Aykût, li Kolana Sakaryayê ya navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî da. Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê û parazvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta ‘Tedawî maf e nayê astengkirin, divê girtiyên nexweş demildest bên berdan’ hate rakirin. Girseyê dirûşmên ‘Bila girtiyên nexweş bên berdan’ û ‘Tecrîd êşkence ye, divê tecrîd bi dawî bibe’ berz kir.

Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka ÎHD’ê ya Enqereyê Sevîl Turgut ve hat xwendin.

Sevîl Turgut, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Îzzethan Aykût ku 30 sal e di girtigehan de ye û wiha axivî: “Îzzethan Aykût di girtigeha Girtî ya Tîpa T ya hejmar 1 a Afyonkarahisarê tê ragirtin. Nexweşiyên wî yên giran hene û mayîna wî ya li girtîgehê xetere ye. Nexweşiyên weke ne terbûna dil, ne terbûna kezeba reş, behntengiya kronîk, nexweşiya kezep, vertîgo û demek dirêj e nexweşiyên çermê jî lê peyda bûne. Li gor raporên ÎHD’ê jî nexweşiyên wî yên berê jî hene û ew nexweşî berdewam dikin. Ji bo dermankirina diranan 850 dolar pere daye lê dermankirina wî ji ber guherîna girtîgehê pêk nehatiye. Ji ber êşa diranan di sala 2024’an de ji bo dermankirinê xwestiye biçê nexweşxaneyê lê ji ber ferzkirina lêgerîna nav dev qebûl nekiriye, dermankirina wî jî pêk nehatiye. Ji ber nexweşiyên wî yên giran divê di 16’ê Îlona 2026’an de bihata berdan. Lê Lijenya Çavderî û Îdare berdana wî taloq kiriye. Endameke lijneyê nexweşiya wî berçav girtiye û berdana wî ji nû ve hatiye nirxandin. Dîroka nirxandina nû di 18’ê Kanûna 2026’an de ye. Rewşa nexweşekî bi vî rengî giran ku 30 sal e di girtigehê de ye, nayê qebûlkirin ku 3 meh dîsa di girtigehê de bimîne. Ew dem ji bo jiyana wî dibe xetereyek. Divê Lijneya Çavderî û Îdare ye rewşa giranbûna nexweşiyên wî û girtina wî ye 30 salan ber çavan bigire û biryara berdanê bide.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

ÎZMÎR

Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyê nexweş ê Mehmet Elçe yê li Girtîgeha Tîpa R a Xarpêtê tê ragirtin daxuyaniyek çapemeniyê û çalakiyeke rûniştinê lidar xist. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Girtiyên nexweş dimirin bê deng nemîne nebe hevparê sûc’ hate vekirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civak sivîl û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevberdevka Komîteya Girtîgehên Navendî ya ÎHD’ê parêzer Nazli Tûran ve hate xwendin.

Nazli Tûran, diyar kir ku ji aliyê Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sekîn a Xarpêtê ve derbarê girtiyê nexweş Mehmet Elçe de rapora astengdariyê ya bi rêjeya sedî 93 hatiye amadekirin û bi awayekî eşkere biryara ‘nikare bi tenê jiyana xwe bidomîne’ hatiye dayîn û wiha got: “Li gel van hemû nexweşiyên kronîk ên giran, rewşa tenduristiya Mehmet Elçe di 7’ê Îlona 2026’an de careke din giran bûye ku ev yek bûye sedema rakirina wî ya nexweşxaneyê. Mehmet Elçe tenê ji ber ku hikûmxwarê muebbeta giran e nayê berdan. Li aliyekî rêjeya astengdariyê ya sedî 93 û raporên fermî yên bijîşkî yên bi gotina ‘nikare bi tenê jiyana xwe bidomîne’ hene, li aliyê din jî li pêşiya dermankirin û azadiya wî astengiyên qanûnî têne derxistin.”

Nazli Tûran, destnîşan kir ku divê mafê jiyanê û rûmeta mirovahiyê li gorî cureya cezakirinê, nîşaneya sûc an jî rejîma înfazê neyê guhertin û wiha pêde çû: “Divê înfaza Mehmet Elçe, bi berçavgirtina rewşa wî ya tenduristiyê ya heyî û tespîta ATK’ê ya bi gotina ‘nikare bi tenê jiyana xwe bidomîne’ yekser bê taloqkirin, ew bê berdan û gihîştina wî ya bi xizmeta tenduristiyê ya giştî ya ku hemû nexweşiyên wî yên kronîk vedihewîne, bê misogerkirin. Mewzûata qanûnî ya ku pêşî li ber berdana hikûmxwarê muebbeta giran ên bi sedema nexweşiya giran digire, divê bi esasgirtina mafê jiyanê lezgînî bê guhertin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya “Rûniştina F’yê” ya 756’an a du hefteyan carekê tê pêkanîn, li pêşiya avahiya komeleya xwe ya li navçeya Beyoglûyê lidar xist. 

Komîsyonê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya Mehmet Huseyîn Maral ê 33 salî ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Burdurê tê girtin.

Endama MYK’a ÎHD’ê Gulseren Yolerî, diyar kir ku Maral du caran krîza dil derbas kiriye, yek ji damarên dilê wî hîn jî girtî ye û di heman demê de nexweşiya gurçikê û kezebê li gel heye.

Hate ragihandin ku Maral di van demên dawî de careke din rakirine nexweşxaneyê û hat xwestin ku bi lezgînî bê tedawîkirin.

ÎHD’ê banga astengnekirina tedawiya Maral û serbestberdana wî kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev
Nûçeya Pişt re Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gelê Qamişloyê 5 tabûrên din ava kirin: Em ê xwe biparêzin

Meclisa Gel a Taxa Cûdî ya bajarê Qamişlo di çaroveya seferberiya ji bo piştgiriya QSD,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bûrsayê 2 kes hatin girtin

Ji 14 kesên duh li Bûrsayê hatibûn binçavkirin 12 kes hatin berdan, Nesîbe Akan û…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şehîd Rohat Hesekê hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Rohat Hesekê yê duh li Dêrezorê şehîd bû, li Amûdê hat veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bayindir: Malbatên şehîdan bingeha vê têkoşînê ne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YNK wê beşdarî civîna Parlamentoya Kurdistanê nebe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Alî Paksoy piştî 30 salan hat berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Malbata ku piştî hevgirtina DNA’yê 8 sal şûnde çû goristanê, rastî 3 cenazeyan hat

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?