Xelkê bajarê Sosê û gundên derdora wî yên rojhilatê Dêrazorê bang li Gerînendetiya Perwerdê û Fêrkirinê kir ku li biryara girtina Rêveberiya Perwerdehiyê ya Sosê vegerin û got divê pêşînî berdewama xizmetên perwerdehiyê û îdarî ji bo pêşkêşkirina ji xwendekar û dibistanên li herêmê re were misogerkirin.
Di daxuyaniyekê de şêniyan got girtina rêveberiyê bandorê li hejmarek xizmetguzariyan dike, weke navendên ezmûnan ên xwendekarên bawernameyan û wê barekî zêde ji bo xwendekaran çêke.
Li gorî şêniyan, 6 nobetdar û 4 hişedar di rêveberiyê de hene
Li gorî şêniyan, di vê rêveberiyê de 6 nobedar û 4 hişedar kar dikin ku tê plankirin bo dibistanên cuda bên veguhestin. Lê da zanîn ku parastina vê rêveberiyê navendeke îdarî ya bi cihêrengiyeke guncaw ji bo çavdêrîkirina karûbarên dibistanan, karmend û xwendekaran peyda dike.
Şêniyan metirsiyên xwe der barê mekanîzmaya dabînkirina pirtûk û pêwîstiyên perwerdehiyê nîşan dan ku dema dibistanên girêdayî vê rêveberiyê ji bo rêveberiyê de din hat veguhastin.
Ev metirsî ji bo gund û deverên derdorê weke Şeife û Baxozê jî derbasdar in.
Girêdayî mijarê, mamosteyên Rêveberiya Perwerdehiyê ya Firatê li Ebû Hemam û Keşkiyê di 17’ê Îlonê de, têkildarî biryara girtina rêveberiyê neçûn dewama dibistanê û banga betalkirina biryarê kir. Girêdayî wê rêveberiyê 71 dibistan hene û xizmetê ji bo zêdetirî 30 hezar xwendekar pêşkêş dike.
Di 18’ê Îlonê de jî, şênî û rûspiyên Xeranîc û Behre banga betalkirina biryara girtina Rêveberiya Xeranîc kir. Ew rêveberî xizmetê ji bo bi dehan dibistan û bi hezaran xwendekaran pêşkêş dike. Girêdayî rêveberiyê 67 dibistanê hene û xizmetê ji 20 hezar xwendekar re pêşkêş dike.
Li Rêveberiya Perwerdehiyê ya Bokemalê jî di 2’yê Îlonê de li ser rewşa mûçe û tawîzdanên darayî xebatên îdarî û perwerdehiyê hatin taloqkirin.

