Cenazeyê Şehîd Dîlan Şirnex, bi merasîmeke girseyî li Şehîdgeha Mihemed Karasûngur a Binarê Qendîlê hate veşartin. Gelek xelkê herêmê û welatparêz tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de li ser navê PJAK’ê Sozdar Dilsoz axivî û diyar kir ku şehîd Dîlan di temenê xwe yê biçûk de têkoşîna azadiyê nas kir û di ciwaniyê de biryara tevlîbûna nava Tevgera Azadiyê ya gerîla kir û got: “Bê dudilî bi coş têkoşîn kir. Şehîd Dîlan hem fermandara hêzên jin bû hem jî weke berpirseke tevgera jin li hemû beşên Kurdistanê û li her bosteke welat têkoşîn kiriye. Ji bo wê heta nefesa xwe ya dawî bi eşq têkoşîn kir.”
Sozdar Dilsoz diyar kir ku şehîdan bi têkoşîna xwe gel hişyar kir, perwerde û birêxistin kir û got: “Şehîd Dîlan Şirnex sala 1994’an tevlî şoreşê bû û heta şehîdbûna xwe bê westan li ber xwe da. Heta dawiya şerê Rojava li Tebqa, Reqa ji bo parastina Şoreşa Rojava li ber xwe da.”
Her wiha birayê Şehîd Dîlan Şirnex Selîm Ebdulrehman axivî û diyar kir ku rêya şehîdan rêya wane û got: “Serê Rêber Apo, gelê welatparêz saxbe. Hêviya ku ev xak rizgar bibe. Azadiya Rêber Apo ya fîzîkî mîsoger bibe.”
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ veşartin.

