“Jiyana me ya li çiyê
di nava demê de veşartî ye.
Dema ku jiyana me bi dawî bû
em ê hingî fêhm bikin bê çiqasî bi wate bû.”
Şehîd Egîd Amed bi vî rengî dibêje di helbesteke xwe de…
Çîroka Kurdan ew çîrok e ku dema ji aliyekî ve zext dewam dike, li aliyê din jî berxwedan û fedakariyên mezin jî tê kirin. Her gava ku Kurd diavêje, her gotina dibêje ji nava berxwedanên mezin derbas bûye. Dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurd ku yek ji mezintirîn berxwedanên dîrokê dimeşîne vegotina yekparebûna van berxwedanan e.
Li Kurdistanê zarok li gel zext û zordariyê jî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ lîstikê xwe lîstin û bi vî rengî mezin bûn. ‘Bijî Serok Apo’ ji bo wan ne tenê dirûşmek li çalakiyan bû, ew jiyan bi xwe bû, li navenda jiyanê bû.
Egîd Amed jî yek ji van zarokan bû. Bi pênaseya Apê Mûsa yek ji “Generalên biçûk ên Kurdistanê” bû. Di nava berxwedanê de mezin bûn. Di nava bawerî û berxwedana mirovên ji xwe mezintir de jiyana xwe dewam kirin.
Çîroka xwe ya berxwedanê ku li kolanên Amedê destpê kir, li Stenbolê bi kovara Ozgur Halkê dewam kir ku yek ji nûnerên herî girîng ê kevneşopiya çapemeniya azad e. Li nava kovara Ozgur Halkê weke kedkarekî çapemeniya azad xebitî.
‘JI BO EGÎD HEVRÊYÊN WÎ TIMÎ GIRÎNG BÛ’
Dayika Halîse bi gotina “Her carê xwarin û şêrînahî ji min dixwest, ji bo bi hevalên xwe re parve bike dibir” dest bi vegotinê kir.
Ji bo Egîd ku li nava malbateke welatparêz mezin bû hevrê û hevalên wî her tim gelekî girîng bû. Hîn di temenekî biçûk de bû xwedî hişmendiya hevrêtiyê. Nedixwest hevalên wî bikevin nava rewşeke nebaş, di vê mijarê de dest li wan werdida.
Dayika Halîse diyar kir ku ji ber malbata wan di nava têkoşînê de bû Egîd ji zarokatiyê ve partî nas kir, di nava têkoşînê de mezin bû û bi vî rengî qala roja dawî ya Egîd kir:
“Rojekê hat ji min tirşik xwest. Digot ‘Eger ez goşt nexwim ez ê nikaribim bixebitim’. Bi birayê xwe li gel apê xwe dixebitîn. Zû hatin. Min xwarin amade kiribû lê belê Serdar destûr neda û ji min re got, ‘Tu biçe razê, ez ê xwarinê amade bikim’. Çû xwe şuşt, piştre jî çay çêkir. Wê demê ji ber dermên ez gelekî radizam. Bi şev hat, li ser serê min sekinî û li min nihêrî. Dema min jê pirsî bê çi dike, got ‘Min dengê dayika xwe bihîst û hatim’. Min jê re got, biçe razê, tu yê sibe biçe kar’.”
‘KURÊ MIN WÊ BIÇÛYA LÊ BELÊ NEKARÎ VÊ JI MIN RE BIBÊJE’
Saet di 2’an de careke din hat ber serê min. Min jê re got, ‘Tu îşev çi dixwaze, çima ranazê?’ Ji min re got, ‘Dayika min gelekî xweşik e, dixwazim lê binihêrim’. Ez pê re aciz bûm, min jê xwest ku biçe razê. Saet di 3’an de careke din hat gel min. Vê carê jî got, ‘Min dixwest li dayika xwe binihêrim’. Kurê min wê biçûya, lê nedikarî ji min re bibêje.
Serê sibehê hişyar bûm. Min destûr nedida ku zarokên min bêyî taştê ji malê derkevin. Min ê çay amade bikira, Serdar hat û destûr neda. Ji min re got, ‘Tu nexweş e, ji ber vê ez û birayê min em ê pariyek nan bikirin û bixwin’.
Serdar û birayê wî, wê biçûna kar. Serdar ji birayê xwe re got, ‘Tu biçe, ez ê bêm’. Li malê amadekarî dikir. Hîn Serdar neçûbû ez bi xew ve çûm. Gava hişyar bûm li malê kes tine bû. Dema ku ji bo nivînê wî rakim çûm, min li binê behlîfa wî nasname û hin alavên Serdar dît.
Piştre apê wî li min geriya û got, ‘Çima Serdar nehatiye kar?’ Min jî jê re got, ‘Wê bi Sercan re bihata’.
Dema ku diçûn kar Serdar ji birayê xwe re gotibû, ‘Tu biçe, min nasnameya xwe li malê ji bîr kiriye, ez ê biçim bînim û bêm’. Bi vî rengî bi rê ketibû.
‘TU DAYIKA HEMÛ HEVALAN E’
Dayika Halîse anî ziman ku piştî çûyîna Egîd çend caran pê re axivî û qala wan kêliyan kir:
“Ji min re got, ‘Tu ne tenê dayika min e. Tu dayika hevalan hemûyan e’.
Rojekê li min geriya. Pirsî ‘Min meraq kir, bê we çi xwariye?’ Serdar gelekî hez ji xwarina bi goşt û tirşikê dikir. Me jê re got, ‘Hecî tirşika Farqînî’. Ez hîn jî nikarim goşt û tirşikê bixwim.
Ji min re got, ‘Her tiştên me hene, em dixwin’.
Rojeke din jî geriya, em axivîn. Ji min re got, ‘Ez sporê dikim, bejna min bû 1,88 metre’.
Axaftina me ya dawî bû. Hesret û êşa wî êdî di dilê min de ye.
Li ber zexta li ser gelê Kurd rabû, zext qebûl nekir. Diçû kar, piştre jî tevlî xebatê dibû. Ez jî gelekî diêşiyam. Ji min re digot, ‘Dayê ez ne bê xew ne jî bê kar dimînim’. Eger min zanîbûya wê biçe, ez ê jî pê re biçûma.”
Egîd Amed 17’ê Nîsana 2007’an li Zapê di berxwedanê de şehîd bû.

