Çarşem, 23 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nivîskar Sûzan Samanci hate binçavkirin û qedexeya derketina derveyî welat lê hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Eskîşehîrê girtiyek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Em di rojên pêş de li benda geşedanên girîng ên nû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê daxuyaniya têkildarî yekkirina hêzên pêşmerge

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zanîngeha Egeyê êrîşa polîsan li ser xwendekaran: Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    29 sal in li aqûbeta kur û bûka xwe dipirse: ‘Bila goreke wan hebe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji çapemeniya azad ber bi çiyê ve: Egîd Amed

    Ji aliyê Stêrk TV

    NY’ê hişyarî da: Dibe ku li Yemenê bi sed hezaran kes ji cih û warên xwe bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bi girseyî serdana konê sersaxiyê ya ji bo Şehîdên Azadiyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyên 2 şehîdan ên li Kilyosê hate wergirtin li Kanîreşê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya ji bo Şehîd Dîlan Şirnex bi girseyî hate ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Nevroz Kavak: Xweza û qadên jiyanê bi hinceta ‘hilberîna elektrîkê’ têne wêrankirin
Civak & Ekolojî

Nevroz Kavak: Xweza û qadên jiyanê bi hinceta ‘hilberîna elektrîkê’ têne wêrankirin

Amedê Nevroz Kavak anî ziman ku li Kurdistanê bi projeyên JES, HES û GES'ê xisareke mezin a ekolojîk tê kirin û got, "Em neçar in ku li ber talankirina qadên jiyanê û xwezayê rabin ku bi hinceta 'em ê enerjiyê hilberînin' tê kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Îlon 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Cografya Kurdistanê bi ocaxên madenê, projeyên Santrala Enerjiyê ya Jeotermal (JES) û Santrala Hîdroelektrîkê (HES) ji aliyê ekolojîk ve tê wêrankirin. Bi destûrnameyên ku di bin navê razemeniya li maden û enerjiyê têne dayin çiya, daristan, çavkaniyên avê û qadên çandiniyê ji şîrketan re têne pêşkêşkirin, qadên ji jiyana xwezayî gav bi gav kêm dibin.

Ji ber projeyên JES; HES û madenê li herêmê qadên jiyanê ji holê têne rakirin, gef li jiyana gel tê xwarin ku bi çandinî û sewalkariyê debara xwe dike. Hevserokê Şaxê Odeya Endezyarên Hawirdorê ya Amedê Nevroz Kavak ziyana ekolojîk a li herêmê û bandora projeyên enerjî-madenê ji ANF’ê re nirxand.

‘ZIYANA LI XWEZAYÊ DI ASTA METIRSÎDAR DE YE’

Nevroz Kavak anî ziman ku xisara li hawirdorê ya li tevahiya herêmê dema dawî gihîştiye asteke metirsîdar û got, “Ya rast, wêraniyek li ser hawirdorê heye ku dema dawî li herêmê gelekî zêde bûye. Dema ku me dest bi axaftina li ser vê mijarê kir, weke kesên ku ne tenê bi perspektîfa ekolojîk li mijarê dinihêre, her wiha bi nêzîkatiyeke zanistî û teknîkî lê dinihêre, em hinekî cuda nêzîk dibin. Dema ku mirov vê nêrîna teknîkî bi perspektîfa ekolojîk re dike yek, dibînin ku li tevahiya Tirkiyeyê, lê belê bi taybetî li herêmê dema dawî ziyaneke li hawirdorê ya gelekî mezin û bi rêk û pêk heye.”

‘EM BI MANTIQÊ RANTÊ RE RÛ BI RÛ NE, NE BI ENERJIYA DIKARE BÊ NÛKIRIN’

Nezroz Kavak diyar kir ku dema ew ji bo hawirdorê têdikoşin timî pirsa “Hûn li ber enerjiya dikare bê nûkirin radibin?” rast tên û destnîşan kir ku ew ji aliyê civakî û ekolojîk ve nêzî meseleyê dibin. Nevroz Kavak ragihand ku ji aliyê kategorîk ve ew ne li dijî enerjiya paqij in û got, “Em nikarin tenê bi mantiqê enerjiya dikare bê nûkirin lê binihêrin; em neçar in perspektîfeke ekolojîk biafirînin. Ji aliyê kategorîk ve em teqez li dijî çavkaniyên enerjiya dikare bê nûkirin nîne. Bi taybetî di vê demê de ku li hemberî krîza avhewayê têkoşîneke ewçend berfireh tê meşandin, nepêkan e ku em li dijî Santrala Enerjiya Rojê, Ssantrala Enerjiya Jeotermal an jî Santrala Enerjiya Ba bin. Berevajî vê yekê, ev çavkanî ew çareseriyên enerjiya paqij in ku em jî hewl didin teşwîq bikin.

Em xwedî cografyayeke bi kalîte ne ku bi taybetî li Amed, Mêrdîn, Êlih û Rihayê ronahiya rojê gelekî zêde ye. Bêguman li şûna sotemeniya fosîl divê sûd ji enerjiya rojê bê wergirtin, bi projeyên GES’ê divê em bersivê ji pêwîstiya xwe ya enerjiya paqij re bibînin.

Lê belê pirsgirêk jî ji vir destpê dike: Tişta ku em li ber radibin ew e ku tenê bi fikarên aboriyê û armanca qezencê nêzîkatî tê nîşandan, proje pêşkêşî sermayeyê tê kirin û hevsengiya ekolojîk tine tê hesibandin. Em nikarin wan projeyan erê bikin ku bi nêzîkatiyeke ku xwezayê, avê, xakê, hewayê û mirovên ku parçeyek ji wê ekosîstemê ne tine dihesibîne û bi vî rengî têne amadekirin.”

Nevroz Kavak destnîşan kir ku di projeyan de nakokiyê gelekî cidî û rewşeke trajîkomîk jî heye û got, “Komên sermayeyê yên biyanî yan jî ji derve kom tên li herêmê projeyê dimeşînin. Lê belê balkêş e ku mirovên li vê herêmê nikarin sûdê ji vê enerjiya hatiye hilberandin werbigire.”

‘GEF LI QADÊN ÇANDINÎ Û SEWALKARIYÊ TÊ XWARIN’

Nevroz Kavak anî ziman ku weke saziyên civakî yên sivîl, odeyên mîmar û endezyaran û komeleyên ekolojîk ew ji xwe re berpirsyariyeke dîrokî dibînin ku piştgiriyê bidin têkoşîna civakî û ji bo hawirdorê û projeya li navçeya Gimgim a Mûşê tê plankirin bi vî rengî mînak nîşan da:

“Mînak, projeya ku niha tê plankirin li Gimgimê bê çêkirin, dixwazin li ser qadeke çandiniyê ya berhemdar bê çêkirin. Em dibêjin, di vê nuqteyê de divê nêzîkatî gelekî rasteqîn û aqilane be. Mirovên li wê herêmê debara xwe li ser du çavkaniyên bingehîn dike: Sewalkarî û çandinî. Rast nîne ku ev rastiya gelê herêmê ji nedîtî ve bê û tenê bi fikarên aboriyê hewl bê dayin. Eger hûn hewl bidin van santralan li ser vê xaka gelekî berhemdar a çandiniyê çêbikin, bêguman em neçar in li ber vê rabin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji çapemeniya azad ber bi çiyê ve: Egîd Amed
Nûçeya Pişt re 29 sal in li aqûbeta kur û bûka xwe dipirse: ‘Bila goreke wan hebe’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em ê dijmin poşman bikin ku êrîşî herêmên me kirine

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku di çarçoveya bersivdana êrîşan de, hêzên wan…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Divê herkes ji bo çareseriyê gavan biavêje!’

Besiye Ozer a ku 30 sal girtîbû, rewşa dawî ya girtîgehan û pêvajoya heyî nirxand.…

Ji aliyê Stêrk TV

Meşvan gihîştin Geliyê Zapê: Çareserî li Îmraliyê ye

"Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” di roja 7'an de gihîşt Geliyê Zapê. Li Pira Ciwanên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

29 sal in li aqûbeta kur û bûka xwe dipirse: ‘Bila goreke wan hebe’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji çapemeniya azad ber bi çiyê ve: Egîd Amed

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Gimgimê nobeda li dijî projeya JES’ê di roja 141’emîn de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Qedexekirina çêrgehan: Xeleka nû ya koça ji neçarî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?