Malbata gerîlayê HPG’ê Kahraman Gezîcî ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabû, di bernameya “Motorewan” a ku di Nûçe TV’ê de dihat weşandin de, li ser dîmenekî Goristana Şehîd Binevşê gihişt gora zarokê xwe.
Goristana ku gora gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê lê ye, di êrişa hewayî ya sala 2015’an de hatibû xerakirin û piştî ku herêm wekî “herêma ewlehiya leşkerî” hat ragihandin, bi salan ji serdanan re hatibû qedexekirin. Piştî ku dîmenên goristanê di bernameyeke Nûçe TV’ê de cih girt, malbata Gezîcî ya ku li Wanê dijî, gora Kahraman Gezîcî (Kendal Tatvan) ku 21 sal bûn lê digeriya, tespît kir.
Piştî dîmenan, dêya wî Hayriye Gezîcî û birayê wî Fedaî Gezîcî ji bo serdana gora Kahraman Gezîcî ji Wanê hatin Gabarê. Malbatê li gel MEBYA-DER’ê serdana Goristana Şehîd Binevşê kir.
Malbata Kahraman Gezîcî yê ku hatibû daxuyandin di sala 2005’an de di pevçûneke li Hêzexê de jiyana xwe ji dest daye, li ser gora ku piştî 21 salan gihiştinê Kahraman Gezîcî bi bîr anî.

