Pir caran vegotin dişibe bayê biharê yê nerm û nazik ku li rûyê mirov dixe û dihele, lê pênûsa demsalê dişibe bîhnxweşiya wan gulên zuhabûyî ku piştî salan jî mirov dikare dîsa pê bihese. Ji ber ku ew pênûs dibe şop û bermahiya demên derbasbûyî, zimanê dîrokê û rastiya hest û bîranînên nixumandî. Lewma dibêjin vegotin deng e, lê nivîs bêdengiyeke bi wate ye ku li ser rûyê kaxezê diqîre û olan dide. Ji bo gerîla jî vegotin dibe rêya bîranînê, lê nivîsandin dibe xelekek zincîreke ku nade jibîrkirinê.
Tevahiya kêliyên berxwedanê, bîranînên li ser xaçerêyên azadiyê, xweşî û zehmetiyên têkoşînê bi wê pênûsê ku bûye çeka rûmet û dîrokê hatine tomarkirin. Ew pênûs mîna çekeke serdemê hatiye parastin û bûye mertalek ji bo wê bîra kolektîf a hevalbendiyê.
Her ku rûpelên zerbûyî yên rojnivîsa gerîla dihatin xwendin, ew bêhna ku tê ne ya kaxezeke kevin bû; ew nefes û pênûsa wê bû ku li nav zinaran û li bin stêrkan li bendê bû da ku şopînerên wê rêwitiyê werin û çîroka wê ragihînin.
Ew, rojnivîsa pîroz a lehenga azadiyê Besê – Sûna Çîçek bixwe bû ku banga rêwîtiyek bêdawî li yekîneya me dikir. Hîna di gava me ya yekemîn de, em bi raman, bîranîn û fermandartiya wê re bûn şahidên zindî yên têkiliya di navbera demên bihurî û heyî de. Di nava wan rûpelan de peyvên ku tenê wê û hevalên wê wateya wan dizanibûn, meraqeke bêdawî di dilê me de çêdikir û me hîs dikir ku em li gel pênûseke ku her tim zindî ye rêwîtiyekê dikin.
Li kêleka hin bîranînan, xêzên piçûk an nîşanên ku cihên taybet nîşan didin hene; ew nîşan dixwazin ku em bi wan re careke din li ser wan xakan bimeşin û bibin dengê wan kêliyên bêhempa yên ku di nava rûpelan de asê mane. Gav bi gav rêwitiya me ya li ser xaçirekên deşt û çiyayên Kurdistanê dewam dikir.
Her stêrkekê li ezman şewqa xwe dida ser rûpelên ku bi gulên sor û şîn hatibûn nexşandin; ev rûpel serê çiyayan xemilandibûn û hilma bîranîn û rêwitiya ji Botanê heya Dersimê vedigotin.
Di bin ronahiya stêrkan de, gava ku me rûpelên rojnivîsa Besê – Suna Çîçek yek bi yek vedikir, dengê wê yê hevaltiyê di guhên me de deng vedida. Lêgerîn û pirsên wê em dixistin nava guftugoyên hîn kûr û bi bersiv.
Sûna Çîçekê, ango bi navê xwe yê tevgerê Besê, di rojnivîsa xwe de wiha qala lêgerîna xwe ya azadiyê dikir: “Her ku ez mezin dibûm, dema ku min dest bi xwendinê dikir, dema ku min dest bi naskirina mirovên din dikir, gelek pirs dest pê kirin ku hişê min dorpeç dikirin. Min nikarîbû van mirovan, vê pergalê fam bikim. Çima ev mirov hatine bindestkirin ? Hin kes xizan in, yên din jî dewlemend in?” Min nikarîbû vê yekê fam bikim.Dema ku min dest bi xwendina li ser sosyalîzmê, felsefeyê kir, min gelek tişt fêmkirin. Min dest bi pirsan kir ku gelo mirov çawa dikarê vê pergala heyî ji holê rabike. Ji min re pir aqilmend xuya dikir, û dilsoziya min a ji bo şoreşgeran dest pê kir û her ku diçû mezin jî dibû. Min bêtir dest bi xwandin û lêkolînan kir û bi şoreşgerên derdora xwe re behtir nîqaş û gûftogoyan da despêkirin. Her ku min ew nas dikirin, min ew qas jî, ji wan bawer dikir, û her ku min bêtir bawer dikir, biryara min zelaltir dibû.”
Dilwêreka ji Dersîmê Besê pirsên sincî yên hebûna xwe ji xwe dipirsî û ev pirs ji mîzana mirovbûnê re derbas dikirin. Piştî tewazima hest, raman û sinca jiyanê bi zimanekî xwerû û zelal wiha digot:
“Ev şoreş ji bo rizgariya me hemûyan bû. Bi van hestan û bi van nakokiyan, ez tevlî refên şer bûm. Dema ku ez tevlî refên şer bûm, min fêm kir ku min şoreşa Kurdistanê bi têra xwe baş fêm nekiriye; min PKK, dijmin û sosyalîzm bi têra xwe baş nas nedikir. Lê belê, PKK ji bo min pir xebitî. Ji bo ku ez van hemû tiştan çêtir fêhm bikim, bibim şoreşgereke çêtir û bibim miroveke çêtir, kedeke mezin da.
Mirov çawa dijî? Mirov çawa dikare azad, serbixwe, bi rûmet û rast be, hemû zehmetiyan derbas bike û hiş, dil û mejiyê xwe bixe xizmeta şoreşê? Mirov çawa dikare ji wê şoreşê hez bike, rêz lê bigire, wêrek û bi xwe bawer be? PKK bi rêbaza xwe, bi kurtasî, her tişt fêrî me kir. Baweriya min bi PKKê pir xurt e.”
Ew hevalên ku şahidên zindî yên têkoşîna wê bûn, diyar dikirin ku pênûsa Besê ne tenê li ser kaxezê daxwazên jiyanek azad dinivîsî, lê belê ew li ser dilê her şervanî nexşeyek ji bo siberojê datanî. Bi bîranînên wan hevalan re, rojnivîs ji rewşa xwe ya li ser kaxezê derdikeft û dibû qala rastiyeke zindî; me di çavên her gerîlayekî de ku qala Besê dikir, careke din dît ku ew pênûs û ruhê têkoşînê çawa di dilê me hemûyan de lê dide.
Rêwitî bi vegere xwebûnê an ku cewherê xwe bi wate dibû. Êdî fermandar Besê li herêma Dersîmê ye. Bedewî û asaleta wan çiya wiha tîne ser ziman.
“Ev nêzîkî deh rojin ez li Dêrsimê me. Gelê Dersimê li vir hatibû qirkirin. Her cara ku min li zinarên bilind mêze dikir. Min hîs dikir ku ez bi dehan jinên Kurd dibînim ku ji wan zinarên bilind xwe diavêjin nav avê. Her şikeftek bi deh hezaran Dêrsimî anî bîra min. Min hîs dikir ku ez wê qetlîamê ji nû ve dijîm. Ez bi nefret, hêrs û tolhildanê tijî bûm. Ez nafikirim ku li tu deverek din a cîhanê çiyayên ewqas mezin an xwezayek ewqas bi heybet hebin. Dêrsim bûbû perçeyek xwezayê. Min li zinaran, daristanê, avê, çûkan temaşe dikir. Ew xweşikbûna xwezayê xuya bû ku behsa tiştekî sirrî dike. Kom hêdî hêdî diçû, xwezaya heyî di dilê xwe de digirt. Lê ne gengaz bû ku mirov têr bibe. Ew destên qirêj çawa dikarin bigihîjin vê bedewiya balkêş.”
Ew rêwîtî ne tenê rêwîtiyeke erdnîgarî bû, belkî rêwîtiyeke ruhî bû ku tê de mirov bi xwe re rû bi rû dima, girêdana xwe ya bi axê û azadiyê re ji nû ve dixwend. Her quntar û zozanek şahidiya berxwedaneke bêhempa dikir, û dengê çemên Kurdistanê mîna straneke kevnar her tim di guhên me de diqîriya.
ÇAVKANÎ: JIN TV -STARÊN AZADIYÊ

