Li gorî agahiyên ku endama Komîteya Koçberên Serêkaniyê Zehra Semio dane ajansa me, koma sêyemîn a koçberên ji gundewarên Serêkaniyê dê roja yekşema bê vegerin malên xwe.
Zehra Semio diyar kir ku koma sêyemîn ku ji zêdetirî 500 malbatî pêk tê û li dibistan û navendên bicihbûnê yên bajarê Hesekê dimînin, dê vegerin herêmên xwe yên navbera bajarokê Menacîrê heya Til Helefê yê rojavayê bajêr. Zehra Semio da zanîn ku dibe hejmar were guhertin.
Koma duyemîn a koçberan ku nêzîkî 700 malbatî (derdora 7 hezar) kesên li kampa Serêkaniyê diman 8‘ê Îlonê vegeriyan warê xwe yên li nêzîk 55 gundên Serêkaniyê, Zirgan û Til Temirê.

