Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê ji bo bîranîna 222 şehîdên mehên Tebax û Îlonê merasîmek li dar xist. Merasîm bi beşdariya şêniyan li hola Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan pêk hat.
Piştî deqeya rêzgirtinê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Gulistan Elî Esed axivî û bi van gotinan şehîd bi bîr anîn: “Şehîdên me rûmeta me ne. Em îro şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe li hemberî wan nû dikin.”
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso jî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Me bi salan di bin nîrê zulm û zordariyê de jiyan. Lehengên me ku ramanên Rêber Apo esas girtin ji bo rakirina wê zulmê canê xwe feda kir.”
Hiso da zanîn ku ew ê heya dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin.
Di dawiya merasîmê de mûm li ber gorên şehîdan hatin pêxistin û sînevîzyonek li ser şehîdan hat pêşandan.

