Cenazeyê gerîla Azad Tolhildan (Mevlut Elver ku di 21’ê Tebaxa 2017’an de li Wanê di şer de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî ev 9 sal bûn li Goristana Bêkesan a Seyrantepeyê bû, ji aliyê malbat û Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ve hat wergirtin.
Cenaze, li Goristana Xaçortê ya li navçeya Rêya Armûşê bi dirûşma “Şehîd namirin” bi girseyî hat veşartin.
Merasîma veşartinê, bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, bi dawî.

