Di tûra destpêkê ya hilbijartinên serokkariyê de ku li Brezîlyayê di 4’ê Cotmehê de pêk hat, surprîzeke mezin rû da. Kurê Serokdewletê berê yê rastgiriya tund Jair Bolsonaro, Flavio Bolsonaro ji sedî 47,06 ê dengan wergirt û bû yekemîn.
Serokdewletê heyî û lîderê Partiya Karker (PT) Luiz Inacio Lula da Silva jî ji sedî 45,12 ê dengan bi dest xist.
Herdu namzet wê di 25’ê Cotmehê de di tûra duyemîn de bêne hemberî hev. Flavio Bolsonaro ku di tûra destpêkê de bi ser ket wê di tûra duyemîn de bi avantaj be.
Encamên hilbijartinê nîşan dide ku ne tenê di pêşbirka serokkomariyê de, her wiha li Kongreyê jî rastgirî xurt bûye. Partiya Liberal (PL) a Bolsonaro li Senatoya ji 54 endaman 28 kursî bi dest xist.
Firs lady a berê Michelle Bolsonaro jî li Brasiliayê bû sernator. Endamên din ên malbata Bolsonaro jî di hilbijartinê de encamên girîng bi dest xistin.
LULA BI PIRSGIRÊKÊN ABORIYÊ Û CIVAKÎ RE RÛ BI RÛ YE
Lula di kampanya xwe ya hilbijartinê de mijarên demokrasî, serweriya neteweyî û nîşaneyên aboriyê da pêş. Tê gotin ku bala hilbijêran bi giranî li ser maliyeta jiyana rojane, deyn û pirsgirêkên ewlekariyê bû.
Li gel ku bêkarî li gorî daneyên fermî 5,3 ye û di asta herî nizm a dîroka Brezîlyayê de ye, rêjeya deynê bilind ê malan û bihabûna jiyanê pirsgirêkên girîng e.
Hikumeta Lula ragihand ku wê alîkariya civakî zêde bike û mercên kar hinekî sererast bike, lê belê vê yekê jî têrê nekir ku hilbijêr piştgiriyê bide hikumetê.

