Meclisên malbatên şehîdan ên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxayê îro dest bi ragihandina nasnameyên 18 gerîlayên Yekîneyên Jinên Azad ên Star (YJA-STAR) û Hêzên Parastina Gel (HPG) ên ku di salên cuda de şehîd bûne, dike.
Nasnameya şehîdên hatine ragihandin wiha ye:
Xelat Dêrik (Nazî Keçel)
Helbest Ocalan (Sanaa Ehmed)
Sorxwîn Zîlan Serhed (Zîlan Mihemed Emîn)
Şoreş Koçer (Şivan Hisên)
Silava Întîqam (Zîlan Îsmaîl)
Mazlûm Sert (Beşar Omer)
Azda Koçer (Çimen Ebdi)
Aferim Koçer (Lîlav Ebdî)
Iqab Ramallah (Ezîz Rustem)
Dilbiriîn Qehreman (Yasir Tewfiq)
Ciwan Dêrik (Mihemed Omer)
Egîd Dêrik (Mohammed Findî)
Nûdîm Cûdî (Beyan Hacî)
Eznar Yilmaz (Emel Mihemed)
Herkol Cûdî (Mohammed Albaşa)
Mezlûm Ekrem (Ciwan Murad)
Egîd Cûdî (Rabî Şakir)
Tolvîn Xabûr (Berxwdan Osman)
Baz Serhildan (Fadî Merk)
Li gorî agahiyan, dê meclisên malbatên şehîdan konê sersaxiyê yê navendî li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan a li Dêrikê ji bo 18 şehîdan vede.
Dê merasîma sersaxiyê ya şehîdan 2 rojan bidome û di roja yekemîn de şêniyên bajarên Çilaxa, Girkê Legê, Dêrik, bajarokê Rimêlan û gundewarên wê serdana kon bikin, di roja duyemîn de jî dê şêniyên bajarên Tirbespiyê, Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Amûdê û Til Temir serdana kon bikin.
Li gorî Meclisa Malbatên Şehîdan merasîma sersaxiyê ji saet 10:00`an heta 18:00`an didome û heta saetên bi şev jî şênî dikarin sersaxiyê bixwazin.

