Şaredarê Bajarê Mezin ê Mersînê Vahap Seçer, Şaredarê Yenîşehîrê Abdullah Ozyîgît û Şaredarê Mezîtliyê Ahmet Serkan Tûncer ku di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Mersînê de hatin binçavkirin, ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ve hatin girtin.
Karê li dozgeriyê yê 60 kesên di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin, temam bû. Seçer, Ozyîgît û Tûncer jî di nav de 50 kes bi daxwaza girtinê, 10 kes jî bi daxwaza kontrola edlî radestî dadgeriyê hatin kirin.
Operasyona li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Mersînê û şaredariyên Yenîşehîd û Mezîtliyê 1’ê Cotmehê hatibû kirin.

